‘Bêyî Rêber Ocalan doza Kurd û aloziyên Rojhilata Navîn çareser nabin’

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kirin ku bêyî azadbûna  Rêber Abdullah Ocalan, ne pêkan e ku doza Kurd û aloziyên Rojhilata Navîn bên çareserkirin.

Ji sala 1999`an ve hikumeta Tirkiyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasetekê zordariyê dimeşîne. Tecrîdek giran lê ferz kirine,  hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe kiriye. Tenê hin caran destûra hevdîtinê didin ku ew jî ne li gorî qanûnên girêdayî mafên girtiyên siyasî ne.

Hikumeta Tirkiyê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Kesayetên civakî û rewşenbîr dibînin ku pêşinyarên Ocalan dikarin nakokiyên li herêmê çareser bikin û banga rakirina tecrîdê dikin.

Rêber Ocalan bi rêya serdan û telefonên bi birayê xwe re, rêbazên çareserkirina pirsgirêkên li herêmêm û aloziyên Rojhilata Navîn bi taybetî pêşkêş kir. Lê belê ji ber tirsa dewleta Tirk ji projeyên demokratîk, tedbîrên tecrîdê girantir kir.

Gelê Kurd li her derê banga azadiya Ocalan dike.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ANHA’yê re axivîn.

 Şêniyan tekez kirin ku Rêber Ocalan ji berê de û heta niha ji bo azadiya hemû gelên bindest têkdikoşe.

Welatiyê bi navê Ednan Elêwan got: "Rêber Ocalan ji bo gelê xwe û gelên herêmê têdikoşe. Ew hêviya me û ya hemû gelên bindest e."

Milahet Hiso jî wiha diyar kir: "Rêber Ocalan destpêkê serokê partiyekê bû, lê belê niha ronakbîrê gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e û bi hezaran li ser fikrên wî dimeşin. Ji bilî tecrîda ku dewleta Tirk li ser Abdullah Ocalan ferz dike, me di cîhanê de tecrîdeke bi vê rengî li ser kesayeteke ku tenê daxwaza maf û çand xwe dike, nedîtiye."

Welatiyê bi navê Mihemed Xetîb jî got: “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide ku gelê Kurd qir bike, lewra tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike. Rojane gef li herêmên me tên xwarin, ji ber ku Tirkiye ji tecrûbeyên gelê Kurd û têkoşîna bi salan ditirse. Rêber Ocalan ji bo gel û doza xwe têdikoşe û wekî serokên din bi pey desthilatdariyê nakeve."

Xetîb destnîşan kir ku bêyî azadbûna Rêber Ocalan, ne pêkan e ku doza Kurd û aloziyên Rojhilata Navîn çareser bibin û got: "Ji ber ku Ocalan hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn e."

(cx)

ANHA


Mijarên Din