‘Bêyî beşdarbûna nûnerên milyon kes amadekirina destûra Sûriyê ne pêkan e‘

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îyad El-Xetîb got: “Bêyî beşdarbûna nûnerên milyon kes, amadekirina destûra nû ne pêkan e. Hejmara niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi milyonan e. Li gorî qanûna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gel beşdarnebûna hejmareke mîna vê ne mumikine ku destûr were dayîn."

Di 8 salên dawî de li Sûriyê guhertinên nû di qada siyasî û leşkerî de çêbûn û vana temenê aloziyê dirêjtir kirin. Di  encama vê aloziyê de bi hezaran xelkê Sûriyê bûne qurbaniyên hovîtiya komên çete û siyasetên pergalên zordest ên li dijî gelê Sûriyê.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hewl dide komîteyekê ava bike da ku destûra nû ji bo Sûriyê deyne. Komîte ji hemû şêniyên gelê Sûriyê pêk tê, lê li ser erdê nayê pêkanîn.

Girêdayî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îyad El-Xetîb got: “Eger çareseriyeke siyasî peyda nebe wê aloziya li tevahî erdîngariya Sûriyê berdewam bike. Piştî îstîfaya nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Stefan De Mistura, Pederson ê ku erk wergirt 3 komîteyên destûrî ji 150 kesayetan ava kir. Jê 50 kesayetên siyasî girêdayî rejîma Sûriyê, 50 kesayetên siyasî ji opozisyona Sûriyê û 50 mane heta niha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehatine diyarkirin. Di derbarê wî jî ti daxuyanî nehatiye dayîn. Divê çareserî siyasî be û destureke li gorî hemû şêniyên Sûriyê were dayîn. Ku rêzê ji pêkhateyên kêm û keda şehîdan re werin girtin.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îyad El-Xetîb di dawiya axaftina xwe de got: "Her destûreke xwe bispêre rejîma Sûriyê an aliyên din ên wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê me eleqedar nake û di qanûnên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de îbtalkirî ye û ne rewa ye."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din