​​​​​​​Buroya Xweparastinê temenê tevlibûna Hêzên Xweparastinê diyar kir

Hevserokatiya Buroya Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekkirina jidayîkbûna kesên ku wê tev li Hêzên Xweparastinê bibin  ragihand. Li gorî wê erekedarkirin ji kesên ku di dîroka 1/1/1990`an de jidayîk bûne destpê dike.

Hevserokatiya Buroya Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî mijarê daxuyanî da û got:

"Li gorî pêşniyarên Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser û Sivîl û li gorî madeya 14 a erka xweparastinê hevserokatiya Buroya Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar girtin:

1-Temenên kesên ji bo erka xweparastinê li rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyiê ji dîroka derxistina biryarê ve dibe yek.

2-Temenê erekdarkirinê ji kesên ku di 1-1-1990`î de jidayîk bûne destpê dike.

3-Ev biryar ji kesên ku niha erka xweparastinê tînin cih ne derbasdar e.

4-Her kesê ku biryar jê re derbasdar e tê agahdarkirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din