​​​​​​​Buroya Şûnwaran a Girê Spî: Dewleta Tirk talankirina şûnwarên Girê Spî didomîne

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê talankirina şûnwarên herêmên dagirkirî yên Sûriyê didomînin. Buroya Şûnwaran a Girê Spî ya dagirkirî bang li saziyên têkildarî parastina şûnwaran kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku rê li ber destdirêjiya li ser mîrateyên şaristanî yên li kantona dagirkirî bigirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dema kantona Girê Spî dagir kiriye, dest bi hilweşandin û talankirina şûnwarên li kantonê û gundewarên wê kiriye. Her wiha ji bo tunekirina nasnameya şaristanî ya herêmê û mîrateya wê, gelek şûnwar kirine baregehên leşkerî.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji kantona dagirkirî, gelek cihên şûnwarî hatine talankirin. Wekî Tel Sehlan, El Dehlîz, Sebî El Ebyed, bajarê El Far û gelek cihên din ên dîrokî. Hinek ji wan jî veguherandine baregehên leşkerî, wekî cihê arkeolojîk Kefîfa.

Di hefteya derbasbûyî de, Buroya Şûnwaran a kantonê bi belge kir ku MÎT’a dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, şûnwarê Hewîce yê li rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî kolandiye û berhemên li wir veguhastine Tirkiyê.

Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya Buroya Şûnwaran a Kantona Girê Spî ya dagirkirî Ferhad Şukrî got: "Ji bo jiholêrakirina nasname û mîrateya me ya şaristanî, dagirkeriya Tirk ji dema dagirkirina kantonê ve dest ji kolandina cihên dîrokî û dizîna berhemên wê bernedaye."

Ferhad Şukrî diyar kir ku wan bi rêya çavkaniyên xwe yên taybet ên li kantona dagirkirî, bi wêne û dîmen gelek destdirêjiyên li ser cihên dîrokî belge kirine, di nav wan de cihê dîrokî (Tel Sehlan li navçeya Girê Spî, li nêzîkî gundê Xirbet El Riz) yê ku bi wesayitên leşkerî erda wê kolandin û berhemên tê de dizîn û derbasî hundirê Tirkiyê kirin.

Şukrî destnîşan kir ku gelek cihên dîrokî ji aliyê diz û bazirganên şûnwaran ve di bin çavdêriya rasterast a hêzên dagirker ên Tirk de hatine talankirin û tiştên hatin dizîn bi rêya simsarên Tirk ên bi MÎT’ê re peyman girê dane, derbasî hundirê Tirkiyeyê kirine.

Şukrî destnîşan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî cihên dîrokî armanc dike ku nasnameya şaristanî û çandî ya şêniyên kantona dagirkirî ji holê rake. Şukrî bang li rêxistinên pêwendîdar bi parastina cihên dîrokî kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku destdirêjiyên xwe yên li ser mîrateya şaristanî ya herêmên wan rawestîne.

Li gorî amarên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, 47 şûnwarên li kantona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

(hs)

ANHA


Mijarên Din