Buroya Pêwendiyan înternet gihand Dêrazorê

Buroya Pêwendiyan bi armanca ku xizmeta înternetê bigihîne hemû herêmên Dêrazorê, kablo ber bi gundewarên rojhilatê Dêrazorê ve kişand û bircan jî dê amade bike.

Buroya Pêwendiyan li herêma Dêrazorê hewl dide xizmeta înternetê bigihîne hemû herêmê, kablo ji kantona Hesekê ber bi Dêrazorê ve kişand, her wiha dest bi amadekirina bircekî li navçeya Sor bi dirêjahiya 20 metreyan kir da ku înternetê bide gundewarên rojhilat û bakurê Dêrazorê.

Buroyê, înternet ji wî bircî daye 6 navendên belavkirinê û her migek înternêtê di mehê de bi 12 dolaran ne. Berê her migek înternêtê bi 40 dolaran bû û leza xwe qels bû.

Di vê derbarê de gerîndeyê Buroya Pêwendiyan Yasir El-Îsa got niha dixebitin da ku xizmeta înternetê bigihînin hemû herêmên Dêrazorê û paşê gundewarên rojhilatê Reqayê.

bx

ANHA


Mijarên Din