Buroya Parastinê: Êrişên Tikriyê xebatên têkoşîna li dijî vîrusê asteng dike

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zeydan El-Asî hişyarî da ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin û got: “Ev êriş xebatên rêveberiyê yên li dijî Koronavîrusê asteng dike.”

Neteweyên Yekbûyî di meha derbasbûyî de banga rawestandina bi lez a hemû çalakiyên leşkerî kir. Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi hejmara 2254, ji ber belavbûna pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) pêwîst e li tevahî herêman, mîna Sûriyê, Yemen û Lîbyayê şer were rawestandin.

‘LI SER BANGA GUTERESS ME AGIRBEST RAGIHAND‘

Li ser banga Sekretêrê Giştî yê NY‘yê Antonio Gutress ya agirbestê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 24‘ê Adarê de bi daxuyaniyekê agirbest li tevahî herêmê ragihand. Lê artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, di encamê de gelek kes ji herêmê tên koçberkirin.

‘DAGIRKER ÊRIŞÊN XWE YÊN LI SER HERÊMÊN ME DIDOMÎNIN‘

Li ser mijarê hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeydan El-Asî ji ANHA‘yê re axivî.

Zeydan El-Asî diyar kir ku dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên ji biryarên Neteweyên Yekbûyî re didomîne û got: " Me biryara Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê pejirand, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên êrişên xwe yên li dijî herêmên me didomînin."

El-Asî diyar kir ku dewleta Tirk banga NY‘yê bi cih naîne, rojekê jî sozên xwe pêk neanîne, îro dîsa peymanên xwe yên bi Amerîkayê re yan jî bi Rûsyayê re binpê dike.

‘ERDOGAN JI PROJEYA DEMOKRASIYÊ DITIRSE‘

Zeydan El-Asî destnîşan kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe hewl dide derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bixwe û anî ziman: "Em di wê baweriyê de ne ku zêdegavî û dijminahiya xwe ya li djiî xaka Sûriyê, bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê wê nasekinîne."

Derbarê armancên Tirkiyê yên domandina êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de tevahî cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîrusê ve mijul bûye, El-Asî got: "Çi bibe jî Tirkiye şerên xwe yên li Sûriyê ranawestîne, ji projeya demokratîk ditirse ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin. Ji ber ku her projeyeke demokratîk nîşaneya hilweşandina desthilatdariya Erdogan a li welêt e. Li ser vê yekê dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê her projeyek demokratîk li Rojhilata Navîn dike, di nav de projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

‘DIVÊ DEWLETÊN AKTÎV PIŞTGIRIYÊ BIDIN BIRYARÊN NY‘YÊ"

El-Asî destnîşan kir ku NY‘yê di 10 salên dawî de hêza xwe ya pêkanîna biryaran winda kiriye û wiha axivî: “Ji ber vê yekê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng e, ji ber vê yekê divê dewletên cîhanê yên aktîv, destwerdanê bikin, piştgiriyê bidin biryarên NY‘yê û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.”

‘TOPBARANA TIRKIYÊ XEBATÊN LI DIJÎ KORONAVÎRUSÊ ASTENG DIKIN‘

El-Asî bal kişand ser xebatên li dijî Koronavîrûsê û astengkirina wan a ji aliyê dewleta dagirker û got: “Hemû saziyên leşkerî û rêveberî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin da herêmê ji Koronavîrusê biparêzin. Ji destpêka belavbûna vîrusa Korona li cîhanê, me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû saziyên wê yên sivîl û leşkerî tedbîr girtin da ku nehêlin ev vîrus bighêje herêmên me. Ji wan tedbîran; qedexeya derketina derve hate ragihandin, beşdarkirina ciwanan a nava erka xweparastinê hate rawestandin. Lê binpêkirinên Tirkiyê fikaran zêde dike. Ji ber êriş û topbaranê ya li ser herêmê şênî koçber dibin, ev dihêle ku têkoşîna li dijî Koronayê asteng bibe, kom bûn zêde dibe, her wiha reva bi kom a sivîlan ji ber êrişên Tirkiyê çêdibin.”

El-Asî bang li Rûsya, DYA‘yê kir ku destekê bidin biryara NY‘yê ya agirbestê û fişarê li Tirkiyê bikin da ku zêdegaviyên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestine û li gorî biryarên NY‘yê tevbigerin.

ANHA


Mijarên Din