Buroya Parastinê: Armanca dewriyeyên hevbeş parastina ewlehiya sînor e

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewriyeyên hevbeş beşek ji lihevkirinên ku Koalîsyona Navdewletî bi armanca ewlehiya sînor xebitiye ye û di têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk a rakirina koka DAIŞ‘ê de dibe destek."

Di çarçoveya plana peydakirina ewlehiya sînor, îro sibehê dewriyeyên hevbeş ên artêşa Tirkiyê û Amerîkayê li ser sînorê rojhilatê bajarê Girê Spî dest pê kirin.

Der barê vê yekê de Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji bo raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro sibeha 8‘ê Îlona 2019‘an, li gorî dema herêmî saet 9 yekemîn dewriyeyên hevbeş ên artêşa Tirkiyê û Amerîkayê bi navê Koalîsyona Navnetewî li xeta sînorê Sûriyê Tirkiyê dest pê kir. Dewriye du saetan li herêma di navbera gundê Nestel û gundê Heşîşe yên rojhilatê bajarê Girê Spî de dewam kir, paşê li gorî lihevkirinên pêşîn vegeriya bargehên xwe yên di xaka Tirkiyê de.

Rêveberiya Xweser bi hemû sazî û hêzên xwe ji van dewriyeyê agahdar bû, ev dewriye beşek ji lihevkirinên ku Koalîsyona Navdewletî bi armanca dûrxistina şer û dabînkirina ewlehiya lherêmên li ser sînor xebitîye ye. Her wiha beşek ji nexşerêya ku bighêjin lihevkirineke domdar ku karibe ewlehî li herêmê peyda bike. Di heman demê de ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re di keda wan a bi armanca rakirina koka DAIŞ‘ê re bibe destek.

Em spasiya Hêzên Ewlehiya sînor û meclisên leşkerî yên herêmî dikin ku roleke girîng di amadekirina zemîna serkeftina erka van dewriyeyan li gorî lihevkirinên pêşîn de list."


Mijarên Din