Buroya Koçber û Penaberan banga lezgîn ji bo piştevaniya koçberên ku tên Hesekê kir

Rayedarê Buroya Koçber û Penabaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên mirovî kir ku bi lezgînî tev bigerin da ku alîkariyê bidin bi hezarên koçberên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin Hesekê û hişyarî der barê karaseta mirovî ya qutbûna avê de da.

Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji 4 rojan ve û bombebarana balafir û topavêjan li herêmên ku şênî tê de hene, bû sedem ku bi hezaran şênî ji gund û bajarên li ser sînor berê xwe bidin bajarê Hesekê û gundewarên wê. Ji ber wê saziyên Rêveberiya Xweser ketin nav seferberiyê da ku alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin. Ta niha 12 dibistanên seretayî ji bo koçberan hatine amadekirin.

Der barê rewşa koçberan de, rayedarê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mûsa Ehmed daxuyaniyek li Dibistana Abdulehed Mûsa ya li taxa El-Nasire ya Hesekê ku tijî koçber bûn, xwend. Her wiha di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku bi lezgînî der barê pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re tev bigerin.

Di heman demê de hişyarî der barê pêkanîna karaseta mirovî ya qutbûna ava vexwarinê ya li bajêr ji destpêka êrîşkirina dewleta Tirk a stasyona Elok a li Serêkaniyê û derketina wê ji xizmetê, da. Stasyonê ava vexwarinê ji kantonê re dabîn dikir.

Ehmed piştrast kir ku bi hemû derfetên xwe hewl didin cih û pêdiviyan ji koçberan re dabîn bikin, lê belê derfet der heqê vê hejmarê de pir kêm in. Ehmed bang li cîhan û civaka navdewletê kir ku bi lezgînî der barê bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tev bigerin û karaseta ku dê bi serê sivîlan de pêk were, rawestînin.

Şêx Mûsa Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku pêdiviyên rojane û tenduristî ji koçberan re peyda bikin û pêdiviyên nexweş û zarokan pêk bînin.

(fr)


Mijarên Din