Buroya Kenala Al Jazeera ya li Tunisê hate girtin

Li Tunisê piştî parlemento hate sînordarkirin û serokwezîr ji erkê hate girtin buroya televîzyona Al Jazeera ya Qetar ku nêzî Tevgera Nehda ya Îslamî ye, hate girtin.

Berpirsê buroya Al Jazeera Lutfî Hacî ragihand ku hêzên ewlekariyê hatin avahiya li paytexta Tunisê û buro girtin û hemû xebatkar jî derxistin.

Televîzyona Qeterê tim daxuyaniyên Serokê Tevgera Nehda Reşîd El-Xenoşî û serdanên wî zindî diweşand.

Xeta weşana Al Jazeera bi tundî dihate rexnekirin, ji roja Yekşemê û vir ve bi hevpeyvînên dikir, bi guman bûn.

Hacî daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP’ê û got: “Tiştên dibin pir xeternakin, delîlê ku azadiya çapemeniyê di bin gefê de ye. Îro Al Jazeerî sibe medyayek din!”

 


Mijarên Din