NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Serêkaniyê şer giran e

Buroya destûrnameyan li herêma Firatê tê vekirin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vekirina buroya destûrnameyan li herêma Firatê da. Vekirina buroyê bi armanca derbasbûna ji dergeha Başûrê Kurdistanê û kêmkirina azarên welatiyan tê vekirin. Her wiha gava yekemîn a tomarkirina erebeyên tabloya Efrînê hildigirin, bi dawî bû.

Ev jî bi daxwaznemeyekê ji Desteya Hundirîn a Herêma Firatê da ku azara welatiyên ku bi rêya dergeha Sêmalka ya Rêveberiya Cizîrê, ber bi başûrê Kurdistanê ve diçin, pêk hatiye.

Li ser vî esasî welatiyên daxwaza rêwîtiyê dikin, navê xwe li cem buroya destûrnameyan a girêdayî Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê tomar dikin.

Tê zanîn ku Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê tekane aliyê peywendîdar a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku xîtabî aliyên peywendîdar ên li hundirê Başûr dike. Ji ber vê yekê welatî neçar dimînin qonaxeke dirêj di navbera kantona Kobanê û kantona Cizîrê de derbas bikin.

Cîgirê hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîn Salih diyar kir ku vekirina buroyeke destûrnameyan li herêma Firatê, dê rehetiyê ji rêwiyan re peyda bike, nexasim ku piraniya rêwiyên ku ber bi başûrê Kurdistanê ve diçin, nexweş in.

Buro li kantona Kobanê dê vebe û hevkariyê bi rêveberiya dergeha Sêmalkayê re bike.

Di milekî din de Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  amadekariyên biryara tomarkirina erebeyên ku tabloya Efrînê hildigerin, kirîn û firotina erebeyan dike.

Têkildarî vê yekê Salih got proje ji aliyê desteyê ve hatiye erêkirin, niha ji aliyê komîteya qanûnî ve tê lêkolînkirin û di nava 6 mehan de dê bi komîteyên têkildar re were gotûbêjkirin û bi awayekî fermî dê were erêkirin.

Cîgirê hevserokê Desteya Hundirîn Emîn Salih diyar kir ku der barê mekanîzemaya tomarkirinê de dê li ser bingeha garantiya avahiyekê ji kesê ku dixwaze erebeya xwe tomar bike, be. Ev jî ji bo garantiya li dijî diziyê ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din