Brîtanyayê kiryarên Îranê yên xeternak hişyar kirin

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt got Îran di rêyeke xeternak re piştî desteserkirina keştiya petrolê ya Brîtanyayê, derbas dibe û tekez kir ku pêngavên Îranê dijberiyeke diyar a ava navdewletî ye.

Berdevkê hikumeta Brîtanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku der barê tevgerên Îranê yên qebûlkirî de yên ku dijberiyeke diyar li hember ava navdewletî ye, bi fikar in. Jeremy Hunt tekez anî ziman ku keştiyên Brîtanyayê der heqê mayîna li derveyî herêmê de heta demekê agahdar kir.

Jeremy Hunt lê zêde kir ku dê bersiva wan dijwar be û hewl didin bigihînin çareseriya pirsgirêka keştiya ‘Grace 1’. Lê belê dê barên li keştiya xwe biparêzin.

Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê roja înê ragihand ku keştiya petrolê ya Brîtanyayê li Tengava Hurmiz girtine. Ew jî ji ber nepêkanîna qanûnên ava navdewletî bûn.

Li gorî wê Jeremy Hunt, Îran ji bo cezayên tund heke keştî serbest berneda, hişyar kir û îdia kir ku ev nayê qebûlkirin. Hunt got divê azadiya deryavaniya Kendavê hebe.

Jeremy Hunt da zanîn ku hikumet dê civîneke ewlehî ya lêgerîna garantiya serbestberdana lezgîn a keştiyê li dar bixe. Her wiha balyozê Brîtanyayê yê li Tehranê têkiliya xwe bi Wezareta Kar û Barên Derve ya Îranê re der barê çareseriya krîzê de heye.

Ji aliyê xwe ve jî serokê DYA’yê Donald Trump got nakokiya Îranê li hember Brîtanyayê tekez dike ku ew der barê helwesta xwe ya li dijî Îranê mafdar e û ji rojnamegeran re agahdar kir ku Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê (Pasdar) zêdetirî keştiyekê desteser kirine.

(fr)


Mijarên Din