Brîtanya, Tirkiyê hişyar kir

Brîtaniya îro Tirkiyê hişyar kir ku êrîşên yekalî li Sûriyê pêk neyne.

Wezîrê karûbarên derve yê Brîtanyayê Andrew Morrison got: "Em hertim bi Tirkiyê re diyar bûn ku divê ji êrîşek yekalî dûr bikeve. Ji ber ku ew êrîş dê ewlehiya herêmê bihejîne û keda ku misogerkirina tunekirina DAIŞ`ê ya daîm armanc dike tehdîd bike."

Li gorî ku Reuters ragihandiye Morrison diyar kir ku ti têkiliyên wî û hikumeta Brîtanya bi gotina serokê Amerîkayê Donald Trump ku Brîtanya bi biryara wî ji bo vekişandin hêzan kêfxweş e tune ye.

Morrison got: "Tu ramana wî tune ye. Ev gotin ji ku derê aniye. Ew helbet ne li gorî axaftina di navbera wezîrê derve yê Brîtanyayê Dominique Rap û wezîrê derve yê amerîkî Mike Pompeo de roja Duşemê ye."

Reuters`ê li ser zimanê berdevkê serokê wezîran Boris Johnson îro got Brîtaniya gelek bi fikar e ku Tirkiyê plan dike êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Têkildarî pirsa daxuyaniyê serokê Amerîkayê Donald Trump, Boris Johnson got, Brîtanya bi guhertina Trump siyaseta xwe li Sûriyê kêfxweş bû. Berdevk Boris Johnson got tevgerên hêzên amerîkî tiştek bi DYA`yê ve taybet e.

(şx)


Mijarên Din