Brîtanya lêkolîna şandina balafirên bêpîlot a parastina şoreya Kendavê dike

Torên çepemeniya Brîtanyayê ragihand ku Brîtanya lêkolîna li ser derfetên şandina balafirên  bêpîlot bo Kendavê dike. Ew jî ji ber nakokiyên li ava Kendavê û gefên li ser deryavaniya li deverê ye.

Kanala SkyNews a Brîtanyayê ragihand ku gelek balafirên bêpîlot (Reaper) ên Brîtanyayê li Kuwêtê hene da ku li asîmanên Iraq û Sûriyê keşfê bikin. Her wiha kanalê diyar kir dibe ku ev firoke bi hin erkên dîtir ku biryara belavkirina balafirên bêpîlot li Kendavê hat standin, pêk bînin.

Li aliyekî dîtir jî kanalê di raporekê de anî ziman ku balafirên bêpîlot dê alîkariya kifşê li gel keştiyên şer ên Brîtanyayê yên bi keştiyên ku ala Brîtanyayê li Tengava Hurmiz radikin re, bikin.

Her wiha Brîtanyayê di roja înê de daxwaza berfireh a li hemberî gefên keştiyên li Kendavê, kir. Ew jî piştî Îranê keştiya ku ala Brîtanyayê hildabû li tengavê di Tîrmeha borî de girtibû, pêk hat.

Brîtanyayê di Tîrmeha borî de 2 keştiyên şer di nava nakokiyên bi Îranê re bi sedema astengkirina tevgera deryavaniyê û girtina keştiyên di Tengava Hurmiz re derbas dibin de, rêkirin Kendavê.

Girtina keştiyê di navbera Brîtanya û Îranê de nakokiyên tund pêk anîn. Her wiha Pasdarên Îranê gef li  DYA’yê û Brîtanyayê xwar ku "dê li ser girtina keştiyê pir poşman bibin". Li rexê jî serbazê hêzên çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî gef li Brîtanyayê xwar û got: "Bûyer bê bersiv derbas nabe."

Hê jî ewlehiya deryavaniyê li Kendavê gelek dewletan û di serî de DYA’yê mijûl dike, nexasim piştî êrîşên li ser keştiyên petrolê yên di mehên borî de pêk hatine.

(fr)


Mijarên Din