Brîtanya hêzên xwe îro dişîne Kendavê

London amadekariyên şandina hêzên xwe ber bi Kendavê ve dike da ku alîkariya parastina ji "êrîşên Îranê" bikin. Tê zanîn ku ev gav jî piştî ku Tehranê beriya çend rojan ragihand ku Artêşa Pasdaran keştiya petrolê ya Brîtanyayê li tengava Hurmizê girtiye, pêk hat.

Skynewsê diyar kir ku leşkerên Brîtanyayê yên ku dê bigihîjin herêmê, dê li Behreynê bi cih bibin. Piştî êrîşên Îranê yên dawîn, dê hêzên Brîtanyayê beşek ji xebata parastina keştîvaniya deryayî ya li Kendavê bin.

Berî çend rojan Tehranê ragihand ku Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya Îranê (Pasdar) keştiya petrolê ya Brîtanyayê li tengava Hurmizê girtine û paşê bi hinceta ku bi kelekên Îranê re qeza kiriye, ew birin Bendera Abas. Di heman demê de berî vê yekê hewldana girtina rêya keştiyeke din dikir, lê keştiyeke şer a Brîtanyayê rê li pêşiya hewldanê girt.

Paşê dema her du keştiyên şer ên Brîtanyayê bigihîjin herêmê, tê payîn ku li gorî plana ku Londonê ragihandiye, dê hêzên nû da ku parastina keştiyên ku ala Brîtanyayê hildigire û di tengava Hurmizê re  derbas dibe, bişîne. 

Piştî Îranê keştiya Londonê girt, Londonê ew wek “talankeriya dewletê” wesf kir. Di heman demê de, Brîtanyayê jî ji aliyê xwe ve hewldana parastina deryayê bi serkêşiya Ewropayê dike, da ku bi derbasbûna dergevaniyan di tengava Hurmizê de re garantî hebe.

Rojane di navbera 15 heta 30 keştiyên mezin ku ala Brîtanyayê li Kendavê bilind dike, derbas dibin û her wiha 3 ji wan derbasî tengava Hurmizê dibin û 5 hawirdeyên petrola cîhanî derbasî vê tengavê dibin.

(eh)


Mijarên Din