​​​​​​​Îbrahîm Şêxo: Tirkiyê yek ji dewletên herî girîng e ku piştevaniya hikumeta Şamê dike

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker yek ji dewletên herî girîng e ku piştevaniya hikumeta Şamê dike dema berê aloziya Sûriyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate guhertin.

Piştî derbasbûna zêdetirî 11 salan di ser destpêkirina aloziya Sûriyê re, siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk çûn ku mudaxeleya kar û barên Sûriyê kir da ku planên xwe pêk bîne û maska li ser rûyê wê ketin xwarê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di gelek boneya de timayên xwe yên rastîn di Sûriyê û Iraqê de û xewnên osmaniya berê eşkere kirin ku armanc dike rûberên berfireh ji her du welatan tev li Tirkiyê bike û her tim vê hincetê diafirîne ku ev herêm mîrasa neviyên wan ên osmanî ne. Li ser wê bingehê, destwerdana axa Sûriyê kir û bi tevlêbûna komên çeteyan gelek herêm dagir kirin.

Bi destpêkirina aloziyê re hikumeta AKP`ê deriyên xwe ji komên çeteyan re vekirin, wan perwerde kir, bi çek kir û şand Sûriyê. Sînorên xwe bi awayekî eşkere li pêşiya gelê Sûriyê vekir da ku ji warên xwe koçber bibin û wan wek kazixeke zextê li dijî cîhanê bi kar anî û heta niha wisa dike.

Di destpêka 2016`an de, “Opozîsyona Sûriyê” ku bû çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di encama bazarên di navbera dagirkeriya Tirk û Rûsyayê de, piraniya herêmên di bin kontrola xwe de winda kirin. Li rex wê, şêniyên wan herêman ji warên xwe koçber bûn û di herêma dawî ya Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê Sûriyê de, bi cih kirin. Wê demê koçberên wan herêman tê gihiştin ku çûna li dû xewnên dagirkeran feyda nake. Tirkiye wan bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe yên mêtingerî li herêmê pêk bîne, demografiya wê biguhere piştî ku zêdetirî 350 hezar welatî ji Efrînê bi zorê da koçberkirin.

Li gel gefên dewleta Tirk a dagirker ku êrişeke fireh û giştî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, di vê dawiyê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavîşoglu ragihand ku welatê wî amade ye desteka siyasî bide hikumeta Şamê da ku şerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bike.

Şêniyên herêmên dagirkirî ji Cerablusê bigire heta bigihêje Idlibê li bakurê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk û siyasetên wê rabûn, ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan şewitandin. Bang li artêşa Tirk a dagirker kirin ku bakurê Sûriyê yê dagirkirî derkeve.

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker bi guleyan bersiva xwepêşandaran da di encamê de zarokek hat qetilkirin û gelek xwepêşandêr li Ezazê yê bakurê Helebê birîndar bûn.

LIHEVKIRINEK BERÊ DI NAVBERA ŞAM Û ENQERE DE

Der barê mijarê de berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker opozîsyona Sûriyê kir çete, bi taybet dema bazar bi hikumeta Şamê re kir û herêm li beramber herêmên din radestî wê kir û got: “Tirkiye ew çete birin herêmeke din li bakurê Sûriyê û berê pûsûleya şoreşa Sûriyê ber bi şerkirina kurdan ve guhert.”

Şêxo îşaret pê kir ku ew çeteyên qaşo bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” hemû cureyên sûcan li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn ku digihêjin asta sûcên şer.

Her wiha Şêxo bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê yê dagirkirî û got: “Daxuyaniyên şermok ên hikumetê, delîleke diyar e ku lihevkirineke berê di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de heye.”

Şêxo wiha pê de çû: “Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re dewleta Tirk a dagirker hemû şoreşgerên azad ên ku li dijî hikumta Şamê rabûn tesfiye kirin û di nav kampan de li Tirkiyê girtin.”

Di berdewama gotinên xwe de Şêxo îşaret bi lihevkirina Edene ya li dijî kurdan kir û got: “Gelek mijarên din ên veşartî hebûn, nehatin eşkerekirin. Dewtela Tirk van mijaran vedişêre. Daxuyaniya wezîrê karê derve yê wê, ku dibêje di Cotmehê de bi Feysel Miqdad re li Bilgradê hevdîtin pêk aniye, îsbat dike ku nêzîkbûnek di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi awayekî veşertî heye û ev yek bi koordîneya Rûsyayê pêk tê.”

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk yek ji dewletên herî girîng e ku piştevaniya hikumeta Şamê dikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Wê xeta şoreşê ber bi şerê li hemberî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve guhert. Hemû çete ji herêmên Heleb, Dera, Hims û Şamê kişandin xeta sînor û dehf da wan ku êrişî kurdan bikin.”

Şêxo daxuyand ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker di navbera têkçûn û dînbûnê de mane; ji ber serî li hemû aliyan dide da ku erêkirina qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan werbigire.

LI PIRANIYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SERHILDANÊN FIREH

Têkildarî xwepêşandanên li herêmên dagirkirî Îbrahîm Şêxo wiha anî ziman: “Li piraniya herêmên dagirkirî, gel li hember desthilatdariya dagirkeriyê rabûn, xwepêşandêran ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan şewitandin. Dewleta  Tirk a bi guleyan bersiva xwepêşandanên li Ezaz, Cerablus û parêzgeha Idlibê da û di encamê de zarokek hate qetilkirin û bi dehan sivîl birîndar bûn.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din