Îbrahîm El-Qeftan pêşketinên li herêmê ji şêniyên Efrînê re şîrove kir

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Efrînê civîneke berfireh ji şêniyên Herêma Efrînê re çêkir. Civîn li ser pêşketinên dawîn ên li ser ewlehiya sînor û rewşa Idlib û Efrînê bû. Civîn li kampa Serdem a kantona Şehbayê hat organîzekirin.

Di civîna ku îro li kampa Serdemê ya girêydayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar ketiye de, bi sedan şêniyên Herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkmen amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan ji beşdaran re armancên partiye vegot. El- Qeftan got: “Armanca me avakirina pêşerojeke dûrî navendîbûn û dîktatoriyê ye. Heman demê de piştevaniya projeya neteweya demokratî ya biratiya gelan e.”

El-Qeftan derheqê pêşdeçûnên li qada Sûriyê wiha axivî: “Armanca Tirkiyê ew bû ku heta kûrahiya 35 km derbas bibe. Lê belê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hat redkirin. Piştre li ser 5 km û hin herêman jî heta 14 km hat lihevkirin."

El-Qeftan li ser rewşa Idlibê wiha got: “Di van çend rojên borî de pêşdeçûn ji hêlên rejîma Sûriyê û Rûsya ve çêbûn. Her wiha Rejîmê li ser gelek herêman serwer kirin mîna; Xan Şêxon û nuqteya çavdêriya Tirkiyê ya li Morikê jî xist çemberê. Hedefên van pêşketinan, pêkanîna berjewendiyên dewletan in û di serî de Rûsya û Tirkiyê yeş. Her wiha Tirkiyê êdî piştgiriya çeteyên girêdayî wê li Efrîn û gelek herêmên dîtir, berda."

El-Qeftan berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê ku 58 rojan li dijî çekên herî pêşketî pêk hatiye, silav kir û got ku israra mayîna şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê bi xwe berxwedanî ye.

Piştre deriyê pirskirinê li pêş beşdaran hat vekirin. Beşdaran der barê rola projeya neteweya demokratîk li herêmê de pirs kir.

Ji aliyê xwe ve jî El-Qeftan rola projeya neteweya demokratîk a li herêmê şîrove kir ku yekkirina tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinkirina wan û hevgirtina li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ye.

Hevserokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Efrîn Mihemednûr civîn bi misogerkirina girîngiya hevgirtina bi Berxwedana Serdemê, da ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê rizgarkirin, bi dawî kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din