Îbrahîm El-Qeftan: Berjewendiyên gelê Sûriyê helwesta me diyar dikin

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan tekez kir ku helwestên partiya wan ji destekdayîn û dijberiya dozan, li ser esasê berjewendiyên Sûriyê û gelê wê ne û destnîşan kir ku ew hewl didin diyaloga nîştimanî nû bikin.

Duh li bajarê Minbicê kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê li dar ket. Di kongreyê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û destnîşan kir ku bi rêya rêveberên ku ji bo Sûriyê û yekitiya wê hebûna xwe îsbat kir û ji dema avakirina wê de hêzên ku parastina xewn û hêviyên gel di rizgarkirinê de û bidawîbûna aloziyê de hatin avakirin.

Îbrahîm El-Qeftan wiha axivî: "Tevî hemû aloziyên li Sûriyê, partiya me kongreya xwe li dar dixe da ku tecrubeya bi milyonan kesan fêrî têkoşîna demokratîk û jiyana hevbeş a pêkhateyên gelê Sûriyê bi rêya birêxistinkirina gel, xurt bike."

Îbrahîm El-Qeftan got ew bi xebatên xwe yên çend salên borî ji têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve û bi destekdayîna gel, serbilind in.

‘HELWESTA ME LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DIYAR E’

Îbrahîm El-Qeftan piştrast kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê heta niha ji mezintirîn dijberên hebûna şepêl û komên radîkal e, helwesta wan ji baweriyê tê ku ew xetereyê li ser cîhanê, yekitiya xaka Sûriyê û aramiya wê çêdikin û wiha domand: "Helwesta me ji dagirkirina dewleta Tirk ji xaka me û destekdayîna wê ji fesîleyên terorîst re, diyar e."

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku baweriya wan bi gelê Sûriyê heye ku dikare aloziyan derbas bike û li hember hemû dagirkeran bisekine, baweriya wan bi QSD`ê heye ku ew ê bi gelê Sûriyê û xwestekên wî re, bisekine.

Îbrahîm El-Qeftan da zanîn ku nakokiyên der barê helwesta partiya wan de rihê pêkanîna demokratîk di hundirê partiyê de nîşan dide û ev tişt bi lêv kir: "Nakokiyên der barê helwesta partiyê de aramiyê çênakin. Nakokiyên der barê hindek helwestan de xurtbûnê di nava partiyê de ava dike. Ji ber rihê pêkanîna demokratîk di hundirê partiyê de pêk tîne. Tevî em xwe ne bi zelalbûna giştî nîşan didin, yan jî şaşî di nava partiya me de tune ne. Em xwe bi temamî wek hêzeke siyasî ku li ser asta xwestekên nîştimanî  hatiye avakirin, nîşan nadin."

Îbrahîm El-Qeftan di berdewama gotina xwe de wiha domand: "Em hewl didin diyaloga nîştimanî nû bikin, çanda berdêla li ser nirxên welatîbûn û wekheviya gelê Sûriyê xurt bikin, destekê bidin nirxên girêdanên civakê, rêzdariya zagon û nirxên mirovahiyê."

‘BERJEWENDIYÊN GEL HELWESTÊN ME AVA DIKIN’

Îbrahîm El-Qeftan piştrast kir ku helwestên partiya wan ji destekdayîn û dijberiya dozan re li ser esasê berjewendiya Sûriyê û gelê wê ye. Îbrahîm El-Qeftan di vê derbarê de wiha axivî: "Em helwestên xwe ji baweriya xwe digirin. Berjewendiya Sûriyê û gelê wê li ku derê be, em destekê didinê. Destekdayîn û erêkirin li ser esasê yekitî û nakokiyan e. Em bi temamî ne destekê didin û ne li hemberî bêyî pêşkêşkirina berdêlan dijber in. Em li gorî nêzîkbûn û dûrbûna ji armancên gelê xwe û xizmeta wan re, yan red dikin û yan destekê didinê.”

Îbrahîm El-Qeftan wiha pê de çû: "Em bang li partiyên siyasî û hêzên demokratîk dikin ku rola xwe bi pêş bixin da ku bibe rûyê sivîl ê projeya nîştimanî ya demokratîk. Ji ber her cihê ku partiyên siyasî yên demokratîk jê vedikişin, hêzên çekdar û terorîst dadigirin. Ji ber wê jî em dibêjin li pêşiya hêzên nîştimanî pêşbaziyên mezin hene da ku karibe rûyê Sûriyê yê nîştimanî û ne rûyê qewmî û olî vegerîne."

Îbrahîm El-Qeftan îşaret bi girîngiya ku divê civaka navneteweyî li beramberî pêkanîna biryarên girêdayî aloziya Sûriyê bisekine, kir.

Îbrahîm El-Qeftan di axaftina xwe de behsa dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re wiha kir: "Der barê destwerdanên derve û dagirkirina xaka Sûriyê de ji aliyê dewleta Tirk ve her wiha destekdayîna ji hêzên terorîst re ku li ser çanda tundiyê hatine avakirin, nêrîna wan ji çi diyalogan re ji xwesteka wan ji girtina dem re û bicihkirina zêdetirîn alavên şer û rûxandinê tê û tu wateya axaftinên der barê aştiyê bi kesên ku baweriya wan tenê bi şer tê de, tune ye."

El-Qeftan bang kir ku li hember kesên biryarên Meclisa Ewlehiyê asteng dikin û biryara 2254’an têk dibin, a têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê û agirbestê, vegerandina koçberan, jinûve avakirin, destûreke nû ji Sûriyê re û hilbijartinên demokratîk bi sponseriya navneteweyî, bisekinin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şêwazê yekemîn ê rêvebirina Sûriyê bi şaristanî û dîroka wê dê ne bi rêya hêz û tundiyê be û ne bi rêya xwespartina ji projeyên derve re be, lê belê dê bi rêya dewleteke qanûnî, dîzaynkirina sazî û têkiliyên wê bi şîrketên li welat, etnîk, hêz û pêkhateyên wê re û hedefên gel re be. Ji ber ku gel ji bo wê canê xwe da, di serî de jî şehîdên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Umer Eloş, Merwan Fetîh, Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan.”

 (bx)

ANHA


Mijarên Din