Bloomborg: Eger Tirkiye di çend hefteyan de êrişên xwe ranewestîne, dê rastî cezayan were

Ajansa Bloomborg li ser zimanê senatorekî Amerîkî ragihand ku ji bo ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherîne û ji belavkirina moşekên S-400 ên sîstema parastina hewayî yên Rûsyayê paşde vegere, li pêşiya Tirkiye tenê çend hefte hene yan jî dê rastî cezayan were. 

Ajansê îşaret pê kir ku di serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a Washingtonê de, tu îşaretên çareseriyeke berbiçav di dozên ku têkiliyên Amerîka-Tirkiyê xirab dikin de, tune bûn. Di dema vegerê de Erdogan israr kir ku welatê wî bi tu awayî dest ji sîstema S-400`an bernade.

Rayedarên Amerîkayê, belavkirina sîstema S-400 li kêleka balafirên NATO`yê wek metirsiyekê ku nayê qebûlkirin, dibînin.

Senatorê wîlayeta Carolinaya Başûr Lendsy Graham ê nêzî serok Donald Trump û ku bi berpirsên Tirkiyê re çend caran têkildar bû, dibêje "Li pêşiiya Tirkiyê ne sal, lê belê çend hefte hene ku peymana S-400 bi dawî bike û êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide rawestandin an jî dê rastî cezayan were."

Endamê Senatoya Amerîkayê Joni Arnest jî got eger Tirkiye daxwazên Amerîkayê bi cih neyne, ji bilî ferzkirina cezayan li pêşiya Amerîkayê tu rêyên din namînin.

Ajansa Bloomborg li ser zimanê Arnest wiha da zanîn: "Divê em li gorî qanûnê tev bigerin. Em derfetê didin Tirkiyê ku ji peymana S-400 paşve vegere. Serokê Amerîkayê gelek pêşniyar ji Tirkiyê re kirin, divê Erdogan jî biryarekê bide."


Mijarên Din