Bloomberg: DYA dê cezayan li Tirkiyê ferz bike

Çavkaniyên Amerîkayê ragihand ku DYA der barê girêbesta Tirkiyê ya kirîna pergala parastina asîmanî ya moşekên S-400 de berê xwe dide ferzkirina cezayan, lê belê ew jî dê piştî derbasbûna salvegera hewldana darbeya têkçûyî ya li Tirkiyê anku 15’ê Tîrmehê pêk bê.

Çavkaniyan îşaret pê kir ku serokê DYA’yê biryara ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê daye. Her wiha tekez kir ku rêveberiyê yek ji 3 komên bergiriyên pêşniyarkirî li gorî qanûna dij hevrikên DYA’yê ya cezayan hilbijartiye û bêyî ku wê diyar bike.

Plan erêkirina Trump dixwaze

Heman çavkaniyan anî ziman ku piştî çend rojan ji nîqaşkirina di navbera berpirsên wezaretên kaên derve û parastinê û Meclisa Ewlehiya Nîştimanî de plan hat danîn û tekez kir ku bendewarê îmzekirina Trump û şêwirmendên mezin in.

Li gorî ajansê, Washington dê tenê derxistina Tirkiyê ji bernameya çêkirina balafirên F-35 bes nebîne, lê dê hin cezayên dîtir ji nav 12 cezayên li gorî qanûna DYA’yê jî ferz bike.

Bloomberg bal kişand ser cezayên DYA’yê ku di nav de qedexekirina girêbestên kirîn û firotina milkiyetan, ferzkirina bendên li ser fînansan di belgeyên DYA’yê de û çemberkirina gihandina kargehên Tirkiyê ya beşa darayî ya DYA’yê jî dihewînin.

Dibe ku Trump ji saziyên darayî yên navdewletî mîna sindoqa pereyî ya navdewletî redkirina pêşkêşkirina pereyan ji saziyên Tirkiyê ya ku tê boykotkirin, bixwaze. Ji wê jî zêdetir dê Trump nehêle bankên DYA’yê tu pereyan pêşkêşî kargeh û bankên Tirkiyê ya bi nirxa zêdetirî 10 milyon dolarî bike.

Ajansê ev tişt da zanîn ku dibe gelek kargehên Tirkiyê yên di beşa endustriya leşkerî de dixebitin jî bibin hedef.

Pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê roja înê gihaşt Tirkiyê.

(fr)


Mijarên Din