Blokên parlamentoya Tunisê amadekariyên kişandina baweriyê ji El-Ganoşî dikin

Çavkaniyekê ji parlamentoya Tunisê eşkere kir ku blokên parlamenteran ên parlamentoyê amadekariya kişandina baweriyê ji serokê parlamantoyê û serokê tevgera El-Nehda Raşîd El-Ganoşî dikin.

Çavkanî ji Toreya Erebiye re diyar kir ku Bloka Demokratîk a xwedî 40 kursiyan, Bloka Bijî Tunis a xwedî 14 kursiyan, Bloka Reformê ya Nîştimanî ya xwedî 15 kursiyan û Bloka Nîştimanî ya xwedî 9 kursiyan li hev kiriye û dest bi komkirina îmzeyên pêwîst kiriye da ku lîsteya kişandina baweriyê ji serokê parlamantoyê Raşîd El-Ganoşî re pêşkêş bikin.

 (şx)


Mijarên Din