Bîlançoya xwepêşandênên Iraqê: 93 kuştî û 4 hezar birîndar

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li Iraqê de 93 kes hatin kuştin û 4 hezar birîndar bûn.

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê got, di xwepêşandanên li Iraqê de ku di roja xwe ya 5‘emîn de didome zêdeyî 4 hezar kes birîndar bûn û 212 kes hatine girtin.

Li gorî nûçeya BBC ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî ji wezareta tenduristiyê di xwepêşandana roja înê ya li Bexdayê 20 kes hatin kuştin û 485 birîndar rakirin nexweşxaneyên Şehîd Sedir, Îmam Elî û Kindî.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Adil Ebid El-Mihdî ragihand îro di saetên 5‘ê sibehê  de vê qexdexeya derketinê ragihand.


Mijarên Din