Bîlancoya teqînên li herêmên dagirkirî

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di teqînên ku îro li herêmên dagirkirî rû dane de, 2 kes mirin û 27 kes birîndar bûn. Tê texmînkirin ku hejmar zêde bibe.

Li bajarê Babê li nêzî mizgefta Umer, bajarokê Exterîn,  bajarokê Xendûra , gundê Til Betal û bajarê Ezazê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin 5 teqîn li pey hev rû da.

Li gorî agahiyên ku ketine destê me, di teqîna li bajarê Babê de du sivîl Ebdulqadir Hesen Kerîm û Ebdulhemîd El-Cûma ê 4 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha  welatiyên sivîl Xalid El-Mihemed (21), Miheme Hac Hemza (8), Mehmûd Mustefa (11), Mihemed Hac Rebî (51), Xelîl Ebdulrehman (35), Mehmûd Zaliq (27), Mehmûd Salih ( 15), Mustefa Kenco (23), Xalid Mihemed (21), Eyşe Kenco (40), kesekî din nasnameya wî nehat naskirin birîndar bûn.

Her wiha hate ragihandin ku di teqîna li bajarokê Xendûra yê gundewarê Cerablusê 5 kes birîn û di teqîna li Ezazê de jî 11 kes birîndar bûn. Têkilî teqînên li bajarokê Exterîn û gundê Til Betal ên Babê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA


Mijarên Din