Bîlançoya roja 6’emîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker... li Serêkaniyê û Girê Spî şerên dijwar

Duh li Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir kampa Eyn Îsa şerekî dijwar rû da. Li kêlekê jî QSD’ê çalakî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê pêk anîn û derbeyên giran lê dan. Di encamê de zêdetirî 80 ji artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin. Di çarçoveya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de, yekîneyên hêzên rejîmê gihaştin Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê.

Til Temir

Piştî lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re hêzên rejîmê gihaştin Til Temirê

Piştî daxuyaniya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê lihevkirina di navbera wê û rejîma Sûriyê de ya rabûna bi erka parastina serweriya xaka Sûriyê weşandiye, hêzên rejîmê gihaştin bajarokê Til Temir ê kantona Hesekê.

Duh şeva berê nêzî 300 sivîl, piraniya wan ku jin, zarok, kal û pîr in, neçar man ji gundê Menacîr ê başur navçeya Serêkaniyê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gund, koç bibin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da ji aliyê Rêya Diwelî ya di navbera Eyn Îsa û Til Temir de, êrîşî bajarê Til Temir bikin.

Lê QSD’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ên ku hewl didan li dijî bajarê Til Temir pêk bînin, têk birin. Di encamê de 2 erebeyên leşkerî rûxandin û êrîş têk birin.

Li aliyekî dîtir jî li gundê Ebû Sira yê li ser Rêya Diwelî ya li bakurê Sûriyê, di navbera QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da. Lê QSD’ê êrîş têk bir û derbeyên giran li çeteyan dan.

EYN ÎSA

Hêzên rejîmê piştî vekişîna koalîsyonê derbasî Eyn Îsa bûn

Duh karwanekî hêzên rejîma Sûriyê piştî vekişîna hêzên koalîsyonê ji Eyn Îsa û li gorî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û rejîma Sûriyê de, derbasî navçeya Eyn Îsa bû.

Li aliyekî dîtir jî di navbera QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê li kampa Eyn Îsa de şerekî dijwar rû da ku tevî ku ew li kampê ne jî tu kes nizane wan çek ji ku derê wergirtine. Piştî şerê bi saetan dom kiriye, QSD’ê êrîş têk bir û serweriya li kampê û bi temamî vala kir.

SERÊKANIYÊ

Duh êvarê li Serêkaniyê şerekî dijwar di nava topbaran û bombebaranan de qewimî. Êrîş zêdetir li aliyên rojava û rojhilatê bajêr bûn. QSD’ê piştî çalakiyên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li aliyên rojhilat û rojavayê Serêkaniyê pêk anîne, hemû êrîşên wan têk birin. Di encamê erebeyeke leşkerî hat rûxandin û gelek çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. QSD’ê ragihand ku di vî şerî de zêdetirî 80 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin.

Li gundê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê şerekî dijwar di navbera QSD’ê û artêşa dewleta Tirk a dagirker de, di nava bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li ser gund, rû da.

KOBANÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Qereh Mox ê gundewarên Kobanê topbaran kir.

DIRBÊSIYÊ

Balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li asîmana navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê geriyan.

MINBIC

Li gundewarên Minbicê yên li xeta Çemê Sacor şerekî giran di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû da.

Di encama şerê ku li gundê Cat pêk hatiye de, erebeyeke leşkerî hat rûxandin û 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gundê Yaşlî yê li bakur-rojhilatê Minbicê şerekî dijwar rû da. Her wiha jî di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gundên Ereb Hesen û Cat ên li bakurê Minbicê de, 2 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

GIRÊ SPÎ

QSD’ê di çalakiya ku li derdora Girê Spî pêk anîne de, erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker rûxand. Li rexê jî 4 çete bi mayîna li bajarokê Eyn Aros de li pêş wan hatiye çandin de, hatin kuştin. Li kêlekê jî karwanê çeteyan a li gundewarên rojavayê Girê Spî rastî derbeyên giran ên ji hêla QSD’ê ve hatin.

Şehîdên sivîl

Duh sibehê şêniyê bi navê Ezedîn Mehmûd Yûsiv ji ber birîna giran a ku ji ber topbarana artêşa dewleta Tirk a dagiker a li ser mala wî ya li gundê Çetelê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê pêk hatiye, şehîd bû. Her wiha 3 xizmên wî jî birîndar bûn.

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî bajarê Serêkaniyê de, sivîlek şehîd bû û 10 jî birîndar bûn.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê piştrast kir ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a bênavber li dijî Serêkaniyê û gundewarên wê de ji 6 rojan ve, bû sedema şehîdbûna 75 sivîlan û zêdetirî 450 birîndarên sivîl piştî komkujiya li hember karwanê sivîlan.

Nûçegihanê Çira TV’yê şehîd bû

Duh nûçegihanê kanala Çira TV Mihemed Hesen Reşo ku di komkujiya ku balafirên dewleta Tirk a dagirker a li dijî karwanê sivîlan li bajarê Serêkaniyê pêk aniye de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.  

(fr)

ANHA


Mijarên Din