Bîlançoya roja 2’yemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 10 sivîl şehîd bûn 17 sivîl jî birîndar bûn. Li rexê jî artêşa Tirk a dagirker avahiyên xizmetguzariyê, stasyonên kehrebeyê li Eyn Eros û stasyona avê ya Girê Spî, stasyona Ilok ku ava vexwarinê ji zêdetirî milyonek mirovên şêniyên Cizîrê re dabîn dikir, bombebaran kirin. Her wiha stasyona petrolê ya Seîdê ku kehrebeyê dide Tirbespiyê jî, kir hedef.

Artêşa Tirk a dagirker di roja 2’yemîn de topbaran û bombebaranan li dijî gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku lê de şênî hene, didomîne. Li aliyekî dîtir jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa de ya sivîlan de jêderên topbaranê bersivandin. Her wiha jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ji bejahî ve bikevin Serêkaniyê û Girê Spî, lê QSD’ê bersiv da û şerekî dijwar rû da.

SERÊKANIYÊ

Li bajarê Serêkaniyê, balafir û topavêjên artêşa Tirk a dagirker di dirêjahiya duh û şeva berê de gundên Serêkaniyê hedef girtin. Bi bombebaranê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da derbasî herêmê bibin, bi taybet Serêkaniyê û bajarokê Til Helef ê Dêrikê. Lê hewldanên wan rastî bersiva QSD’ê hatin û şerekî dijwar qewimî.

Heta saetên beriya nîvê şevê, nêzî 100 çete ji yên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û QSD’ê çeteyên ku hewl da derbasî gundê Um Xêr bibin, xistin çemberê û bi dehan jê kuştin. Li Mezeya Miçê 5 çete hatin kuştin û cenazeyên wan di destê QSD’ê de ne.

Li aliyekî dîtir jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide şaneyên veşartî yên ku berê teqîn bi navê DAIŞ’ê pêk dianîn , bixe nav tevgerê, lê belê Hêzên Parastina Civakê (HPC) şaneyek ji 5 çeteyan girt.

Heta avahiyên xizmetguzariyê ku xizmeta sivîlên ne tenê yên li Serêkaniyê dike, lê belê xizmeta tevahî herêma Cizîrê dikin, rastî topbaran û bombebaranên artêşa Tirk a dagirker hatin. Têkildarî mijarê artêşa Tirk a dagirker stasyona ava vexwarinê ya Ilokê ku avê ji milyonek şêniayan re dabîn dike, kir hedef. Bombebaran, yekser li dijî stasyona avê ya sereke bû û di encamê de ji xizmetê derket û av li herêma ji Serêkaniyê heta navenda bajarê Hesekê qut bû.

Girêdayî mijarê artêşa Tirk a dagirker bi awayekî rasterast nuqteyên tenduristiyê yên li Serêkaniyê ku birîndarên bombebaranên dagirkeriyê tedawî dike, dike hedef. Vê yekê Heyva Sor a Kurd neçar hişt ku birîndaran veguhêze Dirbêsiyê da ku tedawî bikin.

Artêşa Tirk a dagirker rasterast karwanê şêniyên Çilaxa û Tirbespiyê yên ku berê xwe dida Serêkaniyê da ku li kêleka birayên xwe bisekinin, kir hedef û bi wê re jî jiyana bi sedan sivîlan yekser kir xetereyê.

GIRÊ SPÎ

Li bajarê Girê Spî jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di topbaranên li gundan de, berdewam in. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora bajêr bi hatina gelek şêniyan a ber bi Reqayê ve bombebaran kir. Şêniyên sivîl berê xwe da bajêr da ku li kêleka birayên xwe bin û alîkariya wan bikin, lê artêşa Tirk a dagirker zagonên navdewletî binpê kirin û li navenda bajêr şênî kirin hedef.

Li gundewarên Girê Spî jî hewldana çeteyan a derbasbûna gundê Yabîsê hebû. Lê rastî bersiva QSD’ê hatin, erebeyeke leşkerî BMB hate rûxandin û neçar man paşde vekişin.

Li Girê Spî, artêşa Tirk a dagirker avahiyên xizmetguzariyê kirin hedef. Stasyona Eyn Eros ku kehrebeyê ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê re dabîn dike, kir hedef û stasyona ava vexwarinê jî hedef girt.

DÊRIK

Li Dêrikê li keviyên çemê Dîcle, artêşa Tirk a dagirker bi awayekî dijwar bi topavêjan gundê Eyn Dîwer ê li ser keviya Dîcle, topbaran kir. Li rexê jî balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li herêmê digerin. Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li ser sînor gundê Qesir Dêb topbaran kir.

QSD’ê ji aliyê xwe ve jî mafê parastina rewa meşand û bersiv da çavkaniyên topbaranê. Di encamê de baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li nêzî gundê Qesir Dîb ku sivîl dikirin armanc, hat rûxandin û 3 leşkerên dewleta Tirk kuştin û 17 jî birîndar kirin. Li aliyekî dîtir jî QSD’ê balafira keşfê ya li ser gund digeriya, xiste xwarê.

GIRKÊ LEGÊ, TIRBESPIYÊ Û ÇILAXA

Li Girkê Legê, artêşa Tirk a dagirker gundên Sermesax, Delavê Kera û Hiyaka hedef girtin. QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da. Di encamê de tankek û erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku gundê Sermesax dikir hedef, hat rûxandin û 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li Çilaxa jî artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên leşkerî ji gundê Dêrna Agî ve ku mezintirîn gundê Cizîrê ye û tê de 2 hezar malbat hene, bi topavêjên giran tobparan kir. Lê QSD’ê bersiva jêderên topbaranê da, baregeha artêşa Tirk a dagirker wêran kir.

Li Tirbespiyê, artêşa Tirk a dagirker gundên Dêrna Qelenga, Til Cîhan û Til Xatûn ku tê de Kurd û xiristiyan hene, topbaran kirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker avahiya petrolê ya Seîdê kir hedef. Di encamê de ji xizmetê derket û kehrebe li zêdetirî 15 gundan qut bû.

QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya roj û şeva berê, bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê herêmê ye, topbaran kir. Artêşa Tirk a dagirker topavêjên giran di topbaranên li taxên Qidor Beg, Hîlaliyê, Rojava û Bişîriyê de bi kar anîn.

DIRBÊSIYÊ

Bajarê Dirbêsiyê jî ji topbarana dewleta Tirk a dagirker bê par nema û gundên Sorsorikê û Bîrkinêsê yên li ser rêya Dirbêsiyê û Hesekê jî topbaran kirin.

Bejahiya rojhilatê Babê

Di pêvajoya dawiyê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker herêmên dagirkirî yên li Cerablus, Bab, gundên bakur û rojhilatê Babê, ji wan gundên ku şênî lê dimînin topbaran kirin û Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva çeteyan da. 

Di roja duyemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 10 şehîd û 17 birîndar

Di roja duyemîn a êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gund, bajar û gundên Bakur û

Rojhilatê Sûriyê yên li ser sînor de 10 kes şehîd bûn ku ew jî ev in: 

3 kes dema ji Reqayê bi karwanekî sivîlan ber bi Girê Spî ve diçûn, da ku destekê bidine birayên xwe, artêşa Tirk karwan kir armanc û şehîd bûn.

Welatiya bi navê Beşîra Mihemd Kebûş di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker ji taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo şehîd bû.

4 welatî ji gundê Alî Bacîliyê yê başûrê rojhilatê Girê Spî. 

Sivîlek ji bajarokê Til Xelef ê dîrokî yê bejahiya Serêkaniyê  Îdan Şêx Ehmed (60) ku ji gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê ye.

Her wiha 17 sivîlên ji bajar û bajarokên aram, birîndar bûn û rewşa birîndaran jîwiha ye:

7 welatî ji bajarê Qamişlo bi topavêjan birîndar bûn û welatiyê bi navê Ehmed Abdullah (28) ku bi diya xwe re bû û dema taxa Qidûrbek topbaran kirin, şehîd bû, 4 welatiyên din ku ew jî ji taxa Qidûrbek in û ji wan Kanîwar Alî û Delîl Alî hatin naskirin û 2 birayên hev ji taxa Hilêliyê jî birîndar bûn û ji wan tenê Dilgeş Hacî hat naskirin.

Li Girê Spî 4 welatiyên ji gundê Alî Balîciyê birîndar bû. 

Li Serêkaniyê 6 welatî birîndar bûn ji wan 5 dema bajarê Serêkaniyê topbaran kirin birîndar bûn û 4 kes jê rakirin bajarê Qamişlo da ku tedawiyê bibinin. Her wiha birîndara bi navê Sozdar Biro (30) ku ji bajarê Dirbêsiyê ye jî, rakirin bajarê Qamişlo. Birîndarê 6`emîn jî ji bajarokê Til Xelef e.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Serêkaniyê û gundên Qamişlo de zêdetirî 5 sivîl birîndar bûn. Di encama topbarana yekemîn de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha hevserên ji gundê Mitkalta yê bejahiya Girê Spî şehîd bûn û her du zarokên wan birîndar bûn, di gel ku birîndar û şehîdên gundên derdora bajêr hene. 

Her wiha welatiyek ji bajarê Qamişlo, welatiyek ji gundê Sêgirka şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.

(fr-eh) 

 ANHA  


Mijarên Din