Bîlançoya êrişa xwekujî ya li Pakistanê giran dibe: 83 kuştî

Bîlançoya êrişa duh a li Pakistanê giran dibe. Hate ragihandin ku hejmara kuştiyan bûye 83 kes.

Duh li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê, di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrişeke xwekujî pêk hat. Êriş li herêma Xetên Polîsan a ku 55 km dûrî sînorê Efganistanê ye, pêk hat.

Berdevkê Nexweşxaneya Lady Reading li Peşawerê Mihemed Asimxan ji AFPʹê re ragihand ku hejmara kuştiyan gihaştiye 83 kesan û hîna cenaze tên derxistin.

Piştî teqînê, paytext Îslamabad û hemû deverên welêt bi taybetî yên ku li ser sînorê Efganistanê ne, di rewşeke awarte ya ewlehiyê de ne.

Ji dema ku Talîban gihaştiye ser desthilata Efganistanê di Tebaxa 2021ʹê de li Pakistanê rewşeke aloz a ewlehiyê heye.

(bb)


Mijarên Din