Bîlançoya mehekê ya faşizm û dagirkeriya li Efrînê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê diyar kir ku leşkerên Tirk û çeteyên wê 22 sivîl di nav de 2 jin revandin û got: “Leşkerkirina zarokan û şandina wan a ji bo Lîbyayê didomînin.”

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê parêzer Îbrahîm Şêxo têkildarî kiryarên faşîst ên dagirkerên li Efrînê yên mehekê  ji ANHA‘yê re. Şêxo diyar kir ku ji navîna meha Nîsana îsal heta nîvê meha Gulanê ve artêşa Tirk a dagiker 22 welatî li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin, di nav de 2 jin hene, da ku fityê ji malbatên wan bixwaze.

Şêxo destnîşan kir ku jinên hatine revandin zarok in, navê yekê Hêvîn Morî ye ji gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê ya dagirkirî ye. Piştî ku malbatê qebûl nekirin ku Hêvînê bi çeteyan re bizewicînin, ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve hate revandin. Şêxo anî ziman ku çarenûsa Hêvîn hîna nediyare.

Şêxo da zanîn ku leşkerên Tirk ên dagirker li navenda navçeya Cindirêsê navendeke ava kirine da ku çeteyan ji wir bişînin Lîbya û dewletên din, ji bo ku planên dagirkeriya Tirk pêk bînin.

Şêxo, agahiyên xwe ji çavkaniyên di navenda bajarê Efrînê de girtine. Şêxo got: “Desthilatdariya Tirk a dagirker hin komên çete yên naxwazin biçin Lîbyayê tesfiye dike.”

Parêzer Îbarhîm Şêxo wiha domand: "Çeteyên Sultan Murad ên bi navê Emşart tên naskirin û çeteyên Semerqend çeteyan bi çek dikin wan beşdarî dewreyên perwerdeyê dikin wan dişînin Lîbyayê, her wiha bi pereyan zarokan bi çek dikin. Zarokekî 14 salî ji Meret El-Nûman kirin leşker, her wiha zarokê bi navê Ebdo Şêxo yê ji gundê Rota yê navçeya Mabatayê şandin Lîbyayê."

Parêzer destnîşan kir ku çeteyên Emşart a girêdayî îstîxbarata Tirk li şêniyên navçeya Şiyê ferz dikin ku an ji 75 heta 100 hezar lîreyên Sûrî bidin an ji malên xwe derkevin.

‘BI BIHANEYA RESTOREKIRINÊ ŞÛNWAR Û DEVERÊN PÎROZ TALAN DIKIN‘

Şêxo bal kişand ser kiryarên talankirina deverên dîrokî û pîrozgehan û got: "Tirkiye ya dagirker û çeteyên wê bi hinceta restorekirinê cihên dîrokî talan kirin û firotin bazarên Ewropayê da ku nasnameya dîrokî ya Efrînê ji holê rakin."

ANHA


Mijarên Din