Bîlançoya binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya 2 salan li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di nava du salan de zêdetirî 534 sivîl qetil kirin û zêdetirî 670 sivîl ku jê 300 zarok in, birîndar kirin. Her wiha 3 hezar û 300 sivîl revandine ku çarenûsa wan ne diyar e. Dîsa li dijî xweza û deverên dîrokî jî binpêkirin didomin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi çekên xwe yên giran û pêşketî êrişeke hovane li dijî kantona Efrînê û sivîlên wê ji kal, pîr, zarok, ciwan û jinan, pêk anî. Her wiha jî ne dar, ne jî kevir û ne jî cihên perestgeh û cihên dîrokî ji hovîtîya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê par neman û kirin hedefa xwe.

Bi wê re jî tevahî şêniyên Efrînê neçar man ku ji warên xwe koçber bibin û piraniya wan li kantona Şehbayê bi cih bûn da ku nêzî Efrînê bibin. Li rexê jî hinek ji wan berê xwe da kantonên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hin jî koçberî Helebê bûn.

PIŞTÎ KOÇBERBÛNA ŞÊNIYAN MALBATÊN ÇETEYAN LI EFRÎNÊ BI CIH KIRIN

Beriya dagirkirinê serjimara şêniyên Efrînê 550 hezar bû. Lê piştî dagirkirinê zêdetirî 300 hezar şênî neçarî koçberiyê bûne. Her wiha jî niha ji sedî 20 şêniyên resen ên Efrînê di kantonê de mane û ji sedî 80 ji malbatên çeteyan in. Ew jî ji gundewarên Hema, Humus, Idlib, Dera û Xota ne û bi hedefa guhartina demografiya herêmê tê de hatin bicihkirin.

Di encama hovîtî û êrişên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, gelek sivîl ji jin û zarokan, şehîd bûn û astengdar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîl, cihên dîrokî û xwezayê gelek binpêkirin pêk anîn. Ev binpêkirin û kiryar parçeyek ji rastiyên ku li Efrînê rû didin li gel ku rêxistinên hiqûqî û yên mirovî li Efrînê tune ne ku wan binpêkirinan belge bikin.

BÛYERÊN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRINÊ

Zêdetirî 534 sivîl hatin qetilkirin û wiha ne:

- 489 sivîl di encama bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê de, hatin qetilkirin.

- 54 sivîl bi îşkenceyê de hatin qetilkirin.

- Binpêkirinên wan heta gihîşt qetilkirina rojnamevanan jî.

Zêdetirî 670 sivîl di encama bombebaran û topbarana dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê de birîndar bûn ku nêzî 300 ji wan zarok in.

BÛYERÊN REVANDINÊ

Zêdetirî 6 hezar rewşên revandinê pêk hatin. Hê jî çarenûsa 3 hezar û 300 revandiyan ku di nav de jin jî hene, heta niha ne diyar e.

Îşkence li zêdetirî 700 kesan kirin.

Trajediya welatiyê bi navê Aras (30) a herî bi êş û jar e. Ew jî nimûneya hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wê ye. Bi wê hovîtiyê re, Aras ker bû, organên wî derb kirin û guhê wî yê çepê ji 3 cihan parçe kirin. Serwîsa erebî ya kanala BBC di 19’ê Mijdara 2019’an de li ser trajediya Aras nivîsand.

Li aliyekî din jî hejmara rewşên ku fîdye li hember serbestberdanê hatiye xwestin, 500 kes bûn. Ew jî bi hincet û bihaneyên ku berê di Rêveberiya Xweser de dixebitîn. Lê armanc jê jî neçarkirina dayîna fîdyeyê ye ku hin caran heta 100 hezar dolarên amerîkî diçe.

Rûdanên teqînan (mayin û alavên bombebarkirî) 198 rewş in.

QUTKIRIN Û ŞEWITANDINA DARAN

Zêdetirî 150 hezar darên zeytûnê hatin qutkirin. Her wiha zêdetirî 300 darên mezin û kêmcure hatin birîn. Li aliyekî din jî 15 hezar darên berûyê (sindîgan) hatin qutkirin. Ew jî bi hedefa firotina êzingên wê û guhartina demografiya herêmê ye.

10 hezar darên zeytûnê û berhemên çandiniyê nêzî 2 hezar û 180 donim, hatin şewitandin.

WÊRANKIRINA DIBISTAN, PERESTGEH Û MALAN

- 64 dibistan an bi temamî yan jî bi qismî hatine wêrankirin û her wiha jî zêdetirî 50 hezar xwendekar ji xwendinê bê par man.

- Dibisanên li navenda Efrînê yên ku vegerandine cihên cur bi cur wiha ne; Dibistana Emîr Xubarî ya Keçan bûye cihê Polîsên Leşkerî. Dibistana Ezhar (Kulîlkên) Efrînê bûye cihê îstîxbarat û îşkenceyê. Dibistana El-Keramê demekê bûbû cihê girtîgehê û revandiyan. Dibistana amadehî ya bazirganiyê (Sanewiyet El-Tîcara) bûye cihê îşkence û girtîgehê. Zanîngeha Efrînê bûye cihên xwaringehê.

Di hemû dibistanên Efrînê de metaryalên bi zimanê tirkî tên dayîn û zimanî dayikê hat qedexekirin.

- 10 perestgeh û di nav de jî Navenda Yekitiya Êzidiyan a li bajarê Efrînê hatin wêrankirin. Her wiha jî zêdetirî 25 hezar Êzîdî beriya dagirkirinê hebûn, lê niha tenê 7 hezar mane. Li mizgefta Basûfanê cihê fêrkirina bizorê ya îslamiyetê hat vekirin.

- Navenda elewiyan a li navenda navçeya Mabeta hat wêrankirin. Piranî elewî ji Efrînê koçber bûne.

- Milkên Dêra Incîlî ya li navenda bajarê Efrînê bi navê Raî Salih hatin dizîn.

- Bi hezaran mal di navbera wêrankirina bi temamî û wêrankirina parçeyî de çêbûn û hin jî li ser serê şêniyên ku tê de, hatin hilweşandin.

GUHARTINA NAVÊN QAD Û GUNDAN

- Navê Çerxerêya Newrozê bi Çerxerêya Xusin El-Zeytûn hat guhartin.

- Çerxerêya Weteniyê, bi Çerxerêya Recep Tayyîp Erdogan hat binavkirin.

- Çerxerêya Peykerê Kawayê Hesinkar bi navê Selahedîn Eyûbî hat guhartin.

Navên gundên navçeya Bilbilê yên ku hatine guhartin:

- Gundê Kotana bi Zafir Obasî hat guhartin.

- Qestela Miqdad bi Selçûk Obasî hat guhartin.

- Kurzêla Çiyê bi Cafer Obasî hat guhartin.

DIZÎ Û TALANA ÇETEYAN

- 140 guvaştgehên zeytûnan ji eslê 300’î hatin dizîn. Lê yên mayî jî xwediyên wan neçar man ku bi xwe şirîkekî ji komên çete deynin da ku neyên dizîn û wêrankirin.

- 7 kargehên bêrîn û sabûnê hatin talankirin.

- Miqdara zeyta zeytûnê ya mewsima 2018’an 70 hezar ton zeyt hate dizîn, rêkirin Tirkiyê û piştre wek berhema Tirkiyê li sûkên Spanyayê hat firotin. Ew mewsim jî ji bilî mewsima 2019’an e. Li aliyekî dîtir jî dewlemendiya sewalvanî li Efrînê hat dizîn. Bi wê re jî dewlemendiya sewalvaniyê piştî dagirkirinê ji sedî 20 ma.

TALANKIRINA ŞÛNWARAN

17 cihên dîrokî li Efrînê hatin hilweşandin û xirabkirin û yên ku hatine belgekirin ev in:

- Nebî Horî(Sîryos)

- Girê Eyn Darê yê dîrokî

- Warê Beradê yê dîrokî (Marmaron)

Ji şûnwarên ku hatine dizîn û veguhastin, Şêrê Baziltî ji cihê dîrokî yê Girê Eyn Dara û tabloyên fuseyfusî ji warê dîrokî yê Nebî Horî ji hêla çeteyê bi navê Mihemed Elî yê fermandarê komên çete ve pêk hat.

BÛYERÊN TECAWIZ Û KUŞTINÊ YÊN LI DIJÎ JINAN

Li Efrînê bi taybet jin hatin hedefgirtin. Jinên Efrînê neçarî lixwekirina laçikên reş bûn, derketina derveyî malê lê hat hat qedexekirin. Ew jî piştî bûbû sembola rizgarkirin û fermandariyê di avakirina civaka demokratîk li Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk hat. Binpêkirinên li dijî jinên Efrînê wiha ne:

- Zêdetirî 50 jin hatin qetilkirin.

- 210 jin birîndar bûn.

- 60 jin hatin tecawizkirin.

- 3 rewşên xwekuştinê bi encama nefret û rewşên derûnî yên kirêt, çêbûn.

Bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê peymana têkbirina li dijî tevahî cureyên cudakirina li dijî jinan binpê kirin. Her wiha bi şêweyekî bimetod jin hedef girtin û bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê piştî bi hovîtî qetil kirin, pê lîstin. Ew jî nîşaneya zîhniyeta hovîtî û binpêkirina rûmeta gerdûnî ye.

Ev dane li gorî belgekirina Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê û Heyva Sor a Kurd in. Ji bilî wê hejmareke zêde ji şehîd û birîndarên YPG û YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Parastina Civakî (HPC) hene ku nehatine belgekirin.

BINPÊKIRINÊN ÇETEYAN DEWAM DIKIN

Ev binpêkirin û kiryar hê jî li dijî sivîlên ku ji Efrînê neçarî koçberiya li Şehbayê bûne, didome. Her wiha malên sivîlan û cihên xwendina zarokan bi mebest tên hedefgirtin, da ku wan bitirsînin û nehêlin ku xwendina xwe berdewam bikin. Dibistana Aqîbê bi zêdetirî 3 caran di Cotmehê de hat hedefgirtin.

Îsal zêdetirî 102 rewşên topbaran û ji bilî wê bi çekên giran li cihên sivîlên li Şehba û gundewarên Şêrawa hatin belgekirin.

Bi wê re jî hejmara şehîdên sivîl gihişt 41 şehîd û 78 birîndarî ku piraniya wan zarok û jin in û astengdar bûn.

Di encama topbarana bênavber, malên sivîlan bi ser wan de hilweşîn.

KOMKUJIYA TIL RIFETÊ

Di 2’yê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiya li Şehbayê bûne, li navçeya Til Rifetê komkujiyeke derqanûnî û dermirovî pêk anî. Di encamê de 12 şehîd bûn ku piraniya wan zarokên temen biçûk bûn.

Tevî van binpêkirinan bi giştî jî, bêserûberiya dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete tenê hedefgirtina sivîlan bes nedît, lê birêya MÎT’a Tirk şerê taybet ê derexlaqî li Efrînê û herêmên Şehbayê pêk anî, da ku koçberan bitirsînin ku careke din neçarî koçberiyê bikin û ji Efrînê bên dûrxistin.


Mijarên Din