Bîlal El-Qeran: Tirkiye bi rêya çeteyan jehra xwe li Rojhilata Navîn belav dike

Akademisyanê urdinî Bîlal Xazî El-Qeran got: “Tirkiye bi rêya komên çeteyên ku desteka wan dike, jehra xwe li Rojhilata Navîn belav dike. Tirkiye hinek komên çete bikar tîne da ku nefretê di navbera pêkhateyan de belav bike.”

Doktor û akademisyen lêkolînên civakî Bîlal Xazî El-Qeran girêdayî siyasetên Tirkiyê yên li welatên Rojhilata Navîn, bi taybet Sûriyê ji ANHA’yê re axivî.

El-Qeran got: “Armanca destwerdana Tirkiyê ya di welatên Ereb de, rûbera mitîgeriya xwe fireh bike û pergala xîlafeta Osmanî vegerîne. Li ser bingeha ku axa Ereb mîrasa osmaniyan ne çi bi rêbazên siyasî yan jî leşekerî mîna Lîbya, Sûriyê û gelek welatên din.”

Têkildarî bêdengiya Erebî li hember tevgerên Tirkiyê li herêmê El-Qeran got: "Ew dewlet ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bi Tirkiyê re bêdeng in. Em nikarin bêjin tevahiya hikumetên Ereb bêdeng in. Nakokiyek di navbera Tirkiyê  û Misrê û gelek welatên Ereb de heye. Van dewletan helwestek neyînî li hember mudexeleyên Tirkiyê di karûbarên welatên Ereb de nîşan dan."

‘TIRKIYE SIYASETA AFIRANDINA NEFRETÊ DI NAVBERA KURD Û EREB DE DIMEŞÎNE’

El-Qeran di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: “Tirkiye hinek komên çeteyan ên Ereb û ji pêkhateyên din bi kar tîne, da ku fîtneyê di navbera Kurd û Ereb û pêkhatiyên din de biafrîne. Dewletên mitînger vê pergala kirêt bikar tîne. Di encamê de pergala civakî ji ber kêm zanabûnê hildiweşe.”

Tirkiye ji destpêka şoreşan û aloziyan li Rojhilata Navîn ve siyaseta piştgiriya wekîlan û avakirina komên çeteyan dimeşîne. Tirkiye wan di dewletên cîran de belav kirin da ku berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî pêk bîne. Her wiha sînorên xwe ji kesên ji derve re yên ku dixwazin tev li DAIŞ û El-Nusra li Sûriyê bibin, vekirin.

El-Qeran di nav gotinên xwe de got: "Tirkiye wan çeteyan wek jehr di nav herêmê de belav dike da ku aramiya di navbera pêkhateyan de bihejîne. Ew ne Ereb in û heta nûnertiya xwe jî nakin. Ew li ser xiyanetê û rijandina xwîna birayên xwe kar dikin."

GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMAN SÛCEK E

El-Qeran diyar kir ku guhertina demografiya herêmê sûcek e û nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Ji ber ku bi xwe kerasetek e û neteweya Ereb beriya Kurdan hildiweşîne. Ev kirin bi rêya erebkirina herêmê dijminahiyekê diafrîne. Divê herêma Ereb li hember vê kirinê bêdeng nemîne ji ber ku dema danûstandin û tawîzan derbas bûye."

El-Qeran bang li kolana Kurd û partiyên Kurd kir ku bibin yek da ku lihember astengiyan liber xwe bidin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din