Birîndarên Suryan ên ji Qamişlo: Erdogan çi ji me dixwaze?

Birîndarên di encama topbarana artêşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de birînar bûn, nêrînên xwe anîn ziman û got “Erdogan çi ji me dixwaze? Çima sivîlan dike armanc? Çima Suryanan dike armanc?”

Di 9`ê Cotmehê de (duh) artêşa dagirker a Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, gund û bajarên şênî lê dijîn kirin armanc û di encamê de hejmareke sivîlan şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. QSD`ê jî mafê parastina rewa bi kar anî û parastina şêniyan kir.

Duh jî artêşa dagirker bi dehan topan êrîşî taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo kir û di encamê de  10 sivîl birîndar bûn û sivîlek jî şehîd bû.

Fadî Sebrî Hesûnî ku ew û hevsera xwe Colyêt Nîkola birîndar bûn û Colyêt derbasî Nexweşxaneya Selam hat kirin. Fadî Hesûnî destnîşan kir ku ew li dikana xwe bû ku li hemberî mala wî ya  li taxa Bişêriyê bû. Li taxê bi piranî Suryan, Ereb û Kurd dimînin. Ji nişka ve top li mal û dikana wî ketin û wêran bûn.

Cêro Awadîs ku hevlê Fadî Sebrî ye, axivî û got topa yekem li nêzî mala Fadî Sebrî ket û ya duyem jî li mala wî ket û ya sêyemîn jî li dikanê ket.

Bavê Fadî Sebrî Hesûn, Sebrî Bersûm Hesûn jî axivî û got: “Erdogan çi ji me dixwaze? Çima sivîlan dike amranc? Çima Suryanan dike armanc?”

Sebrî Bersûm wiha pê de çû: "Erdogan Îxwanî ye û DAIŞ ji bo qirkirina Suryanan şandiye çemê Xebûr. DAIŞ derbasî Sûriyê kirin da ku sivîl û pêkhateyan qetil bike."

Sebrî Bersûm diyar kir ku ji beriya sedan salan ve Tirkiye komkujiyan li dijî Suryanan pêk tîne û îro Komkujiya Sêfo dubare dike.  

Bersûm bang li DYA`yê kir û got: “Hûn li ku ne? We got em ê parastina herêmê bikin, em ê parastina Suryanan bikin, hûn li ku ne?”

Alî Saîf Hesûn jî  ji gundê Zorava yê navçeya Tirbespiyê ye ku duh ji aliyê artêşa dagirker ve hate topbarankirin. Dema ku li derdora gund bû bi dehan top li gund ketin û yek li nêzî wî ket, di encamê de ji destê xwe yê rastê birîndar bû û wiha anî ziman: "Ez li gund rûniştibûm û artêşa dagirker bi topan êrîşî me kir, ji ber vê yekê ez birîndar bûm."

Alî Saîf got dema ew baş bibe, dê yekser li dijî dagirkeriya Tirkiyê şer bike û bang li ciwanan kir ku li gel QSD`ê yên ku parastina rûmeta wan dikin, şer bikin.

- Ji ber êrîşên li ser malpera me, dîmen û wêne nayên barkirin, ji ber vê yekê li ser hesabê me yê Facebookê têne belavkirin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din