Birîndarên şer: Divê "Artêşa Niştimanî" bikeve lîsteya terorê

Şervanên birîndar ên li bajarê Hesekê bang kirin ku "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ji ber sûcên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve lîsteya terorê. Şervanan bang li gel kirin ku piştgiriyê bidin şervanan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ji 9'ê Cotmehê ve êrişên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Di van êrişan de ku çekên qedexekirî hatin bi karanîn sûcên şer pêk anîn.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû beşê xwe banga xistina "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" nava lîsteya terorê dikin.

Şervanên di bersivdana êrişên komên çete û dagirkeriya Tirk de birîndar bûne jî li ser heman mijarê nêrînên xwe ji me re parve kirin.

Qehreman Rojava yê di şerê li djiî çeteyên DAIŞ'ê birîndar bibû êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û komkujiya li Til Rifatê şermezar kirin û bi bîr xist ku ev ne komkujiya yekem a li dijî Kurdan, beriya wê komkujiya Helebçe jî hebû.

Qehreman banga derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Ji ber ku xaka me xakeke azad e, çeteyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dijmin digirin sûc û komkujiyan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin û jin û zarokan dikujin."

Qehreman Rojava banga xistina wan çeteyan nava lîsteya terorê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka xwe biparêzin, em serkeftinê ji hevalên xwe yên leheng re dixwazin ên li eniyên şer."

Rojava di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Rojava kir ku piştgiriyê bidin şervanên li eniyên şer kir û got, daxwaz û mafên şervanan rewa ne wê biser bikevin.

Ji aliyê xwe ve Baran Efrîn bal kişand ku dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişî Efrînê kirin û xelkên wê dan koçberkirin, niha êrişên xwe yên li ser kantona Şehbayê di nav de navçeya Til Rifatê didomîne û got: "Em ji wan çeteyan re dibêjin hûn terorîstin, divê bikevin lîsteya terorê."

Baran Efrîm bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piştgiriyê bidin şervanan.

Hêlîn Kobanê got: "Çeteyên dewleta Tirk dixwazin serkeftinên mezin ên Rojava ku bi keda şervanên leheng bi dest ketine têk bibin. Em sûcên li dijî sivîlên Rojava têne kirine red dikin."

ANHA


Mijarên Din