Birîndarên li Hesekê: Dewleta Tirk bi fosforê êrîşî me kir

Birîndarên sivîl ên nexweşxaneya Gel a Hesekê gotin balafirên artêşa Tirk a dagirker bi çekên ne normal wan bombebaran kirine. Ev jî gumanên girêdayî bikaranîna dewleta Tirk fosfora spî di êrîşa xwe de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt dike.

Birîndarên sivîl li Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê li herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne dermankirin.

Sivîlek ku di encama hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker kerwana sivîlan a ku berê xwe dabû bajarê Serêkaniyê ji bo piştgiriya berxwedanê bike birîndar bûbû bi navê Sîpan dibêje: "Cureya çek fosfor bû. Ruxmî ku hinek sivîl bi çend metreyan ji min dûr bûn lê ew jî şewitîn." 

Birîndarekî  din got dema diçûn gundê Aliya li rojavayê gundewarê Til Temirê rastî topbaranê hatin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din