Birîndarên komkujiyê: Komkujî wê pêşî li piştgiriya me ji bo QSD`ê nagire

Birîndarên komkujiya hovane ya ku dewleta Tirk li dijî sivîlên ku ji bo piştevaniyê çûbûne Serêkaniyê dateyên komkujiyê parve dikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo piştgiriya manewî bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê û alîkariya sivîlên di bombebaranan de birînbûne bikin, berê xwe dane bajarê Serêkaniyê.

Piştî karwanê şêniyan gihişte nava bajarê Serêkaniyê, balafirên dagirkeriyê karwanê kir hedef. Di encamê de 11 sivîl di nav de nûçegihanê Ajansa me ANHA Seed Ehmed şehîd bûn û 74 sivîlên din jî birîndar bûn ku ji wan 7 rojnamevan bûn.

Zêdetirî 17 ji birîndaran gihiştin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Birîndaran diyar kirin ku karwanê şêniyan tenê ji sivîlan pêk hatibû û dema gihiştine cem şervanên (QSD), balafirên dewleta Tirk ew kirin armanc.

Birîndaran gotin: "Wê komkujiyên dagirkeriya Tirk li pêşiya piştgiriya me ya bi hêzên me QSD‘ê re ku li hemberî dagirkeriyê û çeteyên wê negire."

(rr)

ANHA


Mijarên Din