Birîndarekî ji gundê Um Edesat El-Farat: Dewleta Tirk bi 35 topan em kirin armanc

Birîndarekî ji gundê Um Edeset El-Farat diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê wan bi 35 topan kiriye armanc, her wiha got li gund tenê sivîl hene.

 

Vê sibê artêşa Tirk a dagirker gundê Um Edeset El-Farat ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê, bi giranî topbaran kir û sivîlek lê şehîd bû û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Musa Sefrî ku ew jî di encma topbarana artêşa Tirk a li hember gundê wî de birîndar bûye, got vê sibê piştî top li gundê wan ketin, wan xwest bi erebeyê derkevin lê hejmarek ji topban ketin, ji ber vê yekê li kêleka dîwarekî sekinîn, lê belê topbaran dijwartir bû û nikariye bilivin.

Sefrî got li gundê wan noqteyên leşkerî tune ne, ew hemû sivîl in û nêzî 35 top li rûbereke biçûk ketine ku nêzî 100 metreçargoşe bûye û topbaraneke dijwar bûye.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din