Birîndar: Tirkiye dewleteke terorist e

Weletiyekî sivîl ê ji bajarê Qamişlo, ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajêr Qamişlo de birîndar bûye,  diyar kir ku Tirkiyê bajarê tijî sivîl bombebaran kir û got: “Me ji berî êrîşa Tirkiyê jiyaneke  ewle derbas dikir. Em sivîl in, Tirkiyê jî dewleteke terrorist e.”

Welatiyê bi navê Cangîn Ehmed Murad , ê ji taxa Qinat Siwês a bajarê Qamişlo 35 salî, di roja duyemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, birîndar bû.

Cangîn têkildarî birîndarbûna xwe wiha got: “Tirkiyê di saet 4 êvarê de topek avête nêzî mala me, erd hejand, dema derketim û nêzik dibûm topekî din li nêzîkî min ket û di encamê de parçeyên topê li gelek cihên canê min ketin.”

Herdu lingên Cangîn şikestin, parçeyên topê li gelek cihên canê wî ketin û derbasî hinavê bûn. Ew hate rakirin û di nexweşxaneyê de çareseriya pêwîst û emeliyat jêre hate kirin.

 Cangîn hîna nikare bimeşe, destnîşan kir ku topbarana dewleta Tirk yekser malên sivîlan dikire armanc, tax ne cihekî leşkerî bû ew cihekî sivîlan e û got: “Tikriyê bi zanebûn sivîl dikirin armanc.”

Derbarê topbarankirina dewleta Tirk a ser bajaran wiha got: “Tirkiyê behsa terorê dike lê ew bi xwe terorist e. Em sibehan diçûne ser karê xwe û êvaran vedigeriyan malê. Me ji nişkêve dît em bûne armanca topên Tirkiyê.”

Têkildarî bêdengiya navnetewî jî, Cangîn got: “Li vê herêma me terorist tune ne û tu carî tu gule ber bi sînorê Tirkiyê ve nehatiye avêtin. Bila zanibin ku dewleta Tirk bi xwe terorîste, pêwîste civaka navdewletî ji şerma bêdengiya xwe derkeve.”

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi topên giran, bajarê Qamişlo ya tijî sivîl topbaran kir û di encamê de welatiyên Kurd, Ereb û Suryan şehîd û birîndar bûn, di nav de zarokên bi çûk jî hebûn. Herwiha di encamê de hin kesên din astengdar bûn, zaroka bi navê Sare ku lingekî xwe ji dest daye, yek ji wan qurbaniyan bû.

 (rr)

ANHA


Mijarên Din