‘Birayê min li dijî bêdengiyê çalakî pêk anî‘

Xuşka Alî Wazîr ê li dijî kiryarên dewleta Tirk li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî agir berda bedena xwe, anî ziman ku li dijî bêdengiyê birayê wê ev çalakî pêk aniyê û got:  “Bi çalakiya birayê min re bila dewlet êdî ji bêdengiya xwe derbikevin.”

Alî Wazîr (31) ê ji Hesekê saet di 07.40’an de li qada Neteweyên Yekbûyî benzîn li xwe kiriye û xwe şewitandiye. Piştî ku Alî Wazîr xwe şewitand bi helîkopterê ew birine nexweşxaneyê. Rewşa wî giran e û 80 ji sedê bedena wî şewîtiye.

Alî Wezîr beriya 5 salan berê xwe daye Swîsre. Bi navê Rûbar ku 3 salî û Hozan 1,5 zarokên wî hene. Alî Wezîr dema kul i mala xuîşka xwe yê sibehê berê xwe dide  avahiya NY‘yê û agir berdide bedena xwe.  

Xuşka Alî Wazîr, Mahbuba Beşîr Wezîr tekildarî çalakiya birayê xwe ji ajansa me re axivî.

Mahbuba anî ziman ku beriya du rojan birayê wê bi telefonê lê geriya ye û gotiye " Ez ê vegerim welatê xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk welatê xwe biparêzim."

 Xuşka Alî jî jê re dibejê çend rojan binerin  bê rewş wê çawa bê piştre were.

‘Çalakî jib o bêdengiya dewletan bû’

Mahbuba armanca çalakiya birayê xwe wiha nirxand: “Birayê min li dijî êrîşên hovanê yên dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê û bêdengiya dewletan agir berda bedena xwe. Ser daxwaza şikandina bêdengiya dewletan ev çalakî pêk anî. Em gelê Kurd gelek di astengiyan de derbas bûne û hina jî em derbas dibin. Cîhan giştî sekiniye û li me temaşê dike. Xwe ker û lal dikin.   Tenê helwestên nerm nîşan dikin û derewan li me dikin. Rojane keç û xortên me şehîd dikevin, ev ne xema tu kesî ye. Ev ji bo me gelekî zehmet e.”

‘Çima wan dewleta çavên xwe girtine?’

“Em dixwazin hemû cîhan me bibihîse û me bibînin. Gelê Kurd tê qetilkirin ev çi bêdengî yw?  Divê cîhan giştî bibîhise ku gelê Kurd çiqas bindest e. Ev kafirê Erdogan bê sûc û sedem êrişî gelê Kurd dike.  Erdogan wê herêma ewle li herêma gelê Kurd de çê bike. Wê erd û male me de kesên xerîb bi cîh bike?  Wî tiştî kes qebûl nake. Gelê me koçber bûye, di bin kon û dibistanan de ne. Çima wan dewleta çavên xwe girtine?  Dive dewlet hemû bi erkên xwe rabin.”

‘Çalakiya birayê min bêdengiyê bila bişkînê’

Mahbuba di nav histire çavan de bang li hemû dewletan kir ku êdî dengê me bikin û got: “Daxwaza me ku bi çalakiya birayê min re hemû dewlet ji bêdengiya xwe derbikevin û êdî Kurdan bibînin.”

ANHA


Mijarên Din