'Binpêkirinên Tirkiyê bi erêkirina Amerîka û Rûsyayê pêk tên'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin: " Dewleta Tirk a dagirker li ser tevahî herêmên Rojhilata Navîn xeter e. Binpêkirinên wê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê têne kirin."

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên qirker li ser Kurdistanê didomîne, naxwaze ku Kurd mafên xwe bistînin. Ev hemû binpêkirin jî di nava bêdengiyeke cîhanê tên kirin.

Derbarê mijarê de şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin. Şêniyên diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker xeteriya herî mezin li ser wan e û hertim sivîlan dike hedef.

Şêniya bi navê Raziya Deûdûş wiha got : "Em hemû dizanin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me ne tişteke nû ye. Dewleta Tirk her tim dixwaze bi hincetên derewîn hebûna gelê Kurd tune bike û nasname û çanda wê biçewisîne."

Raziya bang li kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî binpêkirinên dagirkeriyê bisekinin û dest ji xaka xwe bernedin.

Şêniyê bi navê Ebdulrihman Ereb bêdengiya navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê yên li djiî gelên herêmê rexne kir û wiha got :" Rûsya û Amêrîkayê her tim bi bêdengiya xwe bipêkirinên dewleta Tirk ên li djiî me paşguh dike. Her kes dizane ku dewleta Tirk bi erêkirina Rûsyayê Efrîn dagir kir. Serêkaniyê û Girê Spî jî bi erêkirina Amerîkayê dgir kirin, ji berku ji herdû herêman vekişiyan da ku dewleta Tirk wan dagir bike."

Ereb destnîşan kir ku Rûsya û Amerîkayê ji bo êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê heman nêzîkatiyên dikin û dengê xwe dernaxin.

Ereb bi bîr xistin ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine guhertina demografîk pêk tîne û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk heman tiştî li herêmên Başurê Kurdistanê jî pêk tîne. Ji ber vê yekê divê hikumeta Başurê Kurdistanê û hikumeta Iraqê hayedar bin û helwesta xwe ya li hemberî binpêkirinê dewleta Tirk zelal bikin".

Mihemed Şêx Dawûd jî di derbarê siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne wiha got: "Dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser gelên Rojhilata Navîn, bi taybet ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev tişt jî di siyasetên we de ku li herêmê dimeşîne ji dagirkirin û vegerandina kiryarên Osmanî de diyar dibin."

(rm)

ANHA


Mijarên Din