‘Binpêkirinên li Rojhilata Navîn, bi navê NATO’yê têne kirin’

Endamên rêveber ên saziyên Hesekê diyar kir ku dewletên kapîtalîst tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan girantir dikin, ji ber ku Ocalan nûneriya çanda Rojhilata Navîn dike. Her wiha destnîşan kir ku binpêkirinên têne kirin bi navê NATO’yê ne. Ji ber ku naxwazin herêm û gelên wê ji aloziyên bigirêk derxînin.

Desthilatên Tirk tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ya li djiî rêber Abdullah Ocalan giran dike. Dixwaze bi vê yekê aloziyên li herêmên Rojhilata Navîn  kûr bibin û nehêle çareser bibe. Nemaze ku rêbertî diyar kiribû ku ew dikare pirsgirêkên bigirêk ên li herêma Rojhilata Navîn çareser bike.

Rêbertî gelek caran daxuyandibû ku dikare gelek dozên bigirêk ên li Rojhilata Navîn çareser bike, lê belê Tirkiyê û gelek dewletên kapîtalîst van çareseriyan naxwazin. Ji ber ku sûdê ji van nakokiyan digirin.

Desthilatên Tirkiyê û dewletên kapîtalîst sûdê ji kelepçekirina fikrê Abdullah Ocalan di derbaskirina ajande û planên bi hedefên kûrkirina aloziyan bi siyasetên xwe yên berfirehkirinê re, digirin.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîr diyar dikin ku dîtina Abdullah Ocalan a çareseriyan ji dozen li herêmê re, ne li gorî berjewendiyên desthilat û rejîmên nijadperest in ku ne ji berjewendiya wan e ku zanabûnê di nava gelên herêmê de belav bikin. Ji lew re li hev dikin,  fikir û felsefeya Ocalan li ser gelê wî, qut bikin.

Endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk a kantona Hesekê Ezîz Elî wiha diyar kir: "Dewletên kapîtalîst tevahî ji bo dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan xebitîn. Ji ber ku rêbertî nûnertiya çanda Rojhilata Navîn dike. Tirkiyê û dewletên kapîtalîst Rojhilata Navîn li gorî berjewendî û fikirên xwe dimeşînin. Lê rêbertî Rojhilata Navîn li hember dewletên kapîtalîst zana dike."

Fikirê ku rêber Ocalan banga wê dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya biratiya gelan û Rêveberiya Xweser pêk hat. Ev jî dewletên kapîtalîst, di serî de jî Tirkiyê li hember planên xwe asteng dibînin. Ji lew re tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan girantir dikin.

Elî wiha got: "Tirkiye ji dewletên di NATO’yê de ye, bi navê wê tevahî sûc û komkujiyan li dijî Kurdistanê pêk tîne."

Elî bal kişand ser ku ya ji gelên herêmê tê xwestin bi yek bin da ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bişkînin û bi hev re di welatekî azad de bijîn.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) ya Hesekê Ferhan Dawûd got, armanca dewleta Tirk ji sûcan, qirkirina gelê Kurd e.

Dawûd diyar kir ku Tirkiyê ji aliyekî ve tecrîdê li dijî rêbertî girantir dike, ji aliyekî din ve jî sûc û komkujiyan li dijî gelên herêmê  û got, ev binpêkirin bi erêkkrina Amerîka û Rûsyayê pêk tên.

Ferhan Dawûd wiha bi dawî kir: "Divê dewletên Ereb bi gelê Kurd re li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. Ji ber Tirkiyê dagirkirin û sûcan li dijî tevahî dewlet û gelan pêk tîne, ne tenê li dijî gelê Kurd."

(fr)

ANHA 


Mijarên Din