‘Binpêkirinên Erdogan rawestînin’

Muxalifê tunisî û serokê Eniya Xilaskirina Tunisê Munzir Qefraş bang li parlamantoya Ewrupayê kir û got: “Demildest binpêkirinên Erdogan rawestînin.”

Muxalifê tunisî û serokê Eniya Xilaskirina Tunisê Munzir Qefraş nameyek ji parlementoya Ewrupayê re şand.

Qefraş li ser mijara nameya xwe agahî da ANHA’yê.

Qefraş got: “Min di nameya xwe de qala  kiryarên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî muxalefeta li Tirkiyê, kir. Hejmara kesên ku ji dema derbeya derew a li Tirkiyê hatine girtin gihaştiye 400 hezar girtiyên siyasî. Hemû bê guneh rastî îşkence û kuştinê tên. Erdogan bi dehan rojname û kanalên muxalefetê bi awayekî tund girtin. Tevî wê jî Yekîtiya Ewrupayê nalebitin da ku zexta Erdogan şermezar bikin.”

Qefraş wiha domand: "Binpêkirinên Osmaniyan di  Tirkiyê de sînordar neman, sînorên Tirkiyê derbas kirin, petrol û genimê Sûriyê talan kirin. Erdogan dize Helebê ye. Terorîst kirin leşker da ku gelê Sûriyê bikuje, bi taybet jî Kurdan. Ji ber kiryarên wî bi hezaran sivîl bûn qurban. Ew jî têrê nekir. Erdogan bi awayek genî destwerdana Lîbyayê kir. Terorîst û leşkerên xwe şandin wir da ku desteka hikumeta El-Serac a ixwanan bike, Lîbyayê wêran bike û petrola wê bidize.”

Qefraş helwestên xwe yên li dijî destwerdana Tirkiyê di Tunisê de wiha anî ziman: “Erdogan bernameyên xwe yên kîndar li Tunisê bi rêya piştgiriya hikumeta El-Nehda ya ixwanan didomîne.  Vê hikumetê berhemên welêt talan kirin û bi desteka Erdogan terorîst derbasî welat kirin. Erdogan hewl dide aramniya dewletên kendavê û Misirê jî têk bibe. Konseya Ewlehiyê û Yekîtiya Ewropayê jî destwerdana binpêkirinên vî sûcdarê li dijî mirovahiyê nekirin.”

Di dawiyê de Qefraş got: “Gelo kengî cîhan wê şiyar bibe da ku vî terorîstî weke sûcdarê şer darizîne?"

(şx)

ANHA


Mijarên Din