Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê li Silokê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Silokê ya girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî malên sivîlên ku neçarî koçberiyê bûne dizîn û talan kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizîn û talankirina mal û milkên sivîlên ku neçarî koçberiyê bûne, didomînin.

Li gorî çavkaniyên bibelge ji navçeya Silokê ku ji ajansa ANHA’yê re ragihandiye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê milkên şêniyan talan kirin û malên şêniyên ku bi zorê koçber bûne wêran kirin.

Navên hin şêniyên ku malên wan hatine talankirin; Mistefa Mislim, Hemod Mislim, Mehmûd Hadî Mislim, Cuma Hadî Mislim, Hemed El-Ebod, Mistefa El-Ebod, Fewaz Cemo, Ehmed Bozan, Mistefa Mislim Cuma û Îsa Cuma.

Çeteyan piştî dizîna van malan, hilweşandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn