Binpêkirin û kiyarên dermirovî li Efrînê didomin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ji Efrînê revandin. Her wiha li herêmê di navbera çeteyan de şer derket û di encama wê de 2 jin birîndar bûn.

Binpêkirin û kiryarên dermirovî li Efrînê didomin. Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku çeteyên Sulatan Murad duh welatiyê bi navê Umer Fûad Cindiyan ê ji şêniyên gundê Dêrsewan ê navçeya Şera, her wiha 2 welatiyên êzidî Saîd Xerîb (57) û hevjîna wî Xaiya Hesen (51) ên ji gundê Çiqila Comê, revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku çarenûsa her sê welatiyan ne diyar e.

Çavkaniyekî din ji ajansa me re got çeteyên dewleta Tirk agir bi darên zeytûnan li gundê Alçiya yê girêdayî navçeya Şerayê xist û di encma wê de bi dehan dar şewitîn.

Çavkanî tekez kir ku çete daran qut dikin û wek êzing di sûkan de difiroşin.

Komên çete bi hev ketin

Şevê din di navbera çeteyên bi navê Ebû Nûr Hecî û Feyleq El-Mejid ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li gundê Meydankê şer derket.

Çavkanî destnîşan kir ku di encama wî şerî de 3 çete ji koma Ebû Nûr hatin kuştin, her wiha ji her du aliyan 7 çete û 2 jinên sivîl birîndar bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din