Bilindbûna bihayên zebze û daneyên xwarinê li ser şêniyan bar e

Li sûkên navçeya Girgê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo, bihayên daneyên xwarin û sebzeyan bilind bûye. Ev jî li ser şêniyan bar e. Li gel wê jî di navbera bihayên ku firoşgeh tiştan pê difiroşin de cudahî heye. Buroyên zimhêrê ji Odeya Bazirganiyê daxwaz kir ku lîsteyên nirxan derxîne.

Bilindbûna bihayên cureyên sebze û fîkiyan di hin demên salê de, rewşekî normal e. Ji ber ku her cureyek ji wê mewsimê di demeke cuda de tê çinîn. Lê bilindbûna bihayên daneyên xwarinê û sebzeyan bareke mezin li ser şêniyan e û her firoşkarek cuda difiroşe.

Şêniyê bi navê Enes Sebrî yê ji bo kirînê li sûkê bû got: “Bihaya kîloya xiyar û firingiyan zêdetirî 300 lîreya Sûriyê ye. Ev biha jî li gor kesên xizan, bilind e.”

Xwediyên dikanan jî li ser heman fikrî ne. Xwediyên dikanan bilindbûna bihayan bi bilindbûna dolar ve girêdidin. Tevî wê jî ev bihane gelek şêniyan bi iqna nake.

Buroya Zimhêrê li ser kar e

Rayedarê Buroyê Zimhêrê Mihemed Hawar got: “Rojane gerên me yên di nava sûkê û dikanên bazirganiyê de pêk tên. Da ku li ser bihayan çavdêr bin. Her wiha jî da ku çavdêriyê li ser daneyên xwarinê ji muxalefetên madeyên demborî jî, bikin.”

Komîteyên zimhêrê, hin bergiriyên di diyarkirina biha û hakimiyeta wê de pêk tînin.

Hawar diyar kir ku çavdêrkirina li ser bihayan bi rêya bergiriyên ji tevahî komîteyên zimhêrê ve pêk tên. Hawar got: “Ew jî diyarkirina biha piştî zêdekirina qezencê ye. Her wiha ew xebat bi derxistina lîsteyan ji hêla Odeya Bazirganiyê ve pêk tên. Ew lîste jî bi awayekî dewrî ji buroyên zimhêrê yên li navçe û herêman re tê şandin.”

‘Daxwaza me derxistina lîsteyên rojan e yên sebzeyan e

Derbarê bilindbûna bihayên sebze û fêkiyan, komîteyên zimhêrê bi xwe di acizbûnekê de ye. Ji ber ku fatoreyên rojane ji hev cuda ne. Her wiha Odeya Bazirganiyên jî rojane lîsteyên bihayan ji buroyên zihmêrê re naşîne.

Girêdayî mijarê Hawar got: “Divê rojane lîsteya bihayan ji Odeya Bazirganiyê ve ji tevahî buroyên zimhêrê ve bê şandin. Da ku bihayên sebzeyan li gor wê rojê bê diyarkirin. Lê Odeya Bazirganiyê di vê hêlê de kêm dimîne û lîsteyên rojane naşîne. Bi wê re jî buroyên zimhêrê li ser bihayên sebze û fîkiyan, astengiyên hakimiyetê, dikişîne."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din