Bila sûcdarên komkujiya Şengalê bên darizandin

Rêxistinên hiqûqî û mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga darizandina sûcadar û şirîkên komkujiya Şengalê kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ev erkek navdewletî ye û divê NY`î dadgehên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku her sûcdarek cezayê xwe yê adil bibe.

Di salvegera 5`an a komkujiya Şengalê de, Rêxistina Mafên Mirovan, Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Komîteya Hiqûqnasên Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li ber navenda rêxistina mafên mirovan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan raya giştî.

Beşdaran wêneyên şêniyên Şengalê roja komkujiyê, pankartên bi nivîsên `Qirkirina derheqê Êzidiyan de roja 3-8-2014`an derheqê mirovahiyê de sûceke`, `Sûcdaran darizînin`, `Darizandina sûcdar û şirêkên di komkujiya 3`yê Tebaxê de ya derheqê jinan erekek navdewletî ye` rakirin.

Daxuyanî ji hêla hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku civaka êzidî ya Şengalê di mîna vê rojê de li ser mezintirîn sûcên ku derheqê mirovahiyê de li gorî pîvanên qanûna navdewletî ya giştî hatiye kirin, hişyar bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa li ser Şengalê ji hêla DAIŞ û Tirkiyê ve plankirî bû, da ku serfiraziyên Osmaniyan a ku serdema xwe bi komkujiyên derheqê Ermen, Aşûr û Suryan de bi dawî kirine, vejînin.

Her wiha hate balkişandin ser ku çeteyên DAIŞ`ê piştî êrîşa li ser Şengalê derheqê êzidiyan de hovantirîn binpêkirin pêk anîn ji kuştin, revandina zarokan û birina wan ji erdnîgariyek din re, her wiha ferzkirina tevahiya tedbîrên hişk ên ku li pêşiya anîna zarokan digire tevî firotina jinên Êzidî di nav sûkên çeteyan de, leşkerkirina zarokan di şerên bin navê Islam û cîhadê de ku ti têkîliyên wan pê tune ne. Ev hemû ne ji xweserê hatin lê belê bi zanabûn û pilankirî bûn.

Rêxistinan, Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê û Komîteya Hiqûqnasên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî bi taybet NY`î kirin ku bi lez desteka şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşîna li dijî terorê de bikin û gefên Tirkiyê, dadgehên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku her sûcdarek cezayê xwe yê adil bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din