Bihabûna kirêya malan rewşa şêniyan zehmettir dike

Pirsgirêkeke sereke ya welatî û karmendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bihabûna kirêya malan e ku heta niha tu nîşaneyên çareserkirina vê pirsgirêkê xuya nakin.

Di demekê de ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihabûnê, qezenca kêm û rewşên ewlehî, siyasî û aborî yên zehmet dibînin, bihabûna kirêya malan jî azarên wan zêdetir dike û li pêşiya peydakirina hemû pêdiviyên rojane dibe asteng.

Ji ber bihabûna kirêya malan li herêmê gelek malbat li malên bi odeyên kêm an malên bi odeyekê yan jî malên ku zirar di avahî û dîwarên wan de çêbûye, digerin.

Welatî yan karmendê ku qezenca wan sînordar e, berî her tiştî û li ser hesabê pêdiviyên din ên jiyanê hewl didin pereyên kirêya malê peyda bikin.

Li bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê, kirêya malên ku ji odeyekê pêk tên, di navbera 300 hezar heta 400 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Ev buha li gorî rûbera malê û hejmara odeyan zêdetir dibe û salane xwe digihîne zêdetirî milyon lîreyên Sûriyê.

Kirêya xaniyan (şiqe) jî di navbera 400 hezar heta milyonek lîreyên Sûriyê de, ku ev buha li gorî başbûna xaî cuda dibe. Hin caran jî xanî bi hezar dolarên Amerîkî tê kirêkirin ku li gorî pereyên Sûriyê 2 milyonan derbas dike.

Rewş li bajarê Qamişlo jî ne pir cuda ye. Her xaniyek salane bi 400 hezar lîreyan tê kirêkirin. Hin xanî jî bi 750 hezar heta milyonek lîre tên dayîn.

Li bajarê Tebqayê jî heqê kirêya malan nêzî buhayên malan li bajarê Qamişloyê ne. Her malek bi 900 hezar lîreyên Sûriyê tê kirêkirin ku ev buha li gorî malan tê guhertin.

Li gorî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, buhayê kirêya malan li bajarê Kobanê ya bilindtir e. Yek ji şêniyên Kobanê Mustafa Ehmed di vê derbarê de wiha dibêje: "Kirêya malan biha ye. Hin malbat hene ku nikarin vê miqdara mezin a pereyan bidin, ji ber ku qezenca wan sînordar e."

Mustafa Ehemd wiha lê zêde kir: "Qezenca welatî û karmendan sînordar e û rewşa aborî zehmet e. Xaniyên herî xerab ne kêmtirî 500 hezar lîreyên Sûriyê ye. Kirêya malên erdî jî ne kêmtirî 400 hezar lîreyan e, ku tenê ji odeyekê pêk tê û jiyan lê nabe."

Masûm Heso jî wiha dibêje: "Li gel derfetên kar ên kêm û aloziya aborî ya li herêmê, kirêya malên erdî û ya xaniyan pir bilind e."

Beriya çend salan li herêmê bi giştî pirsgirêka bihabûna kirêya malan derketibû. Ev pirsgirêk di demên dawî de careke din derket û piştî daketina nirxê pereyên Sûriyê li hember pereyên derve û pêkanîna Qanûna Qeyser, bûye mijara sereke ya şêniyan.

Aloziya aborî ya vê dawiyê jî bandoreke mezin li bihabûna kirêya malan kir. Gelek şênî malên xwe li gorî nirxê dolar bi kirê didin. Heta niha, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu çareserî ji bo vê mijarê xuya nakin. Her wiha Rêveberiya Xweser tu nêrîn an plan ji bo kontrolkirina vê pirsgirêkê dernexistine.

cx

ANHA


Mijarên Din