Bi yekîti û tekoşîna gelan wê komplo vala derbikeve

Jinên kantonên Şehba û Kobanê diyar kirin ku, ji ber ku dewlet ji fikrê rêber Ocalan ditirsiya ew dîl girtin, lê wê bi tekoşîna gelan komploya navneteweyî bi bin bikeve.

Bi rasthatina 15 Sibatê ku dibe 21`mîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, bertekên gelan ên şermezarkirina komplo berdewam in.

Di vê derbarê de jinên pêkhateyên ereb ên navçeya Fafîn a kantona Şehba û jinên kantona Kobanê ku ji ANHA’yê re axafin û banga bilindkirina tekoşîna li hember komployê kirin.

ŞEHBA

Welatiya bi navê Hemîda Xidor ku ji jinên kantona Şehbayê bal kişand ser giringiya yekîtiya gelên herêmê û hevgirtina li dijî komploya navneteweyî û wiha dewan kir: “Wek jinên Şehbayê me baş fikirê rêbertî nas nedikir. Lê piştî ku ev fikir li her derî belav bû niha êdî em baş nas dikin. Em êdî bi fikirê rêber Ocalan ve girêdayîne.”

Welatiya bi navê Rifa Ehmed jî bal kişand ser rêgeza jiyana hevbeş û got ku wan berê jî bi fikirê rêber Ocalan hesiyabûn, lê zêde neketibûn kurahiya fikir de, lê êdî ew kurahiya vî fikrî nas dikin û bi vê yekê re jî wan cewhra jinê nas kir.

Rifa got: “Lewma şoreşa rêbertî, şoreşa jinan e û em wekî gelê Kurd û gelê Ereb heta rizgarkirina rêbertî û têkbirina komployê em ê yek dest bin.”

Welatiya bi navê Semîra Mistefa jî balkişand ser tirsa dewletên komploger û got: “Em wekî jinên kantona Şehbayê, fikirê rêbertî yê ku amaje bi pêşxistina rola jinan dike û rizgarkirina jinan ji fikirê mêrdestiyê dike baş nas dikin. Dewlet ji ber ku ji fikirê rêbertî ditirsin, lewma rêbertî dîl girtin.”

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de jinên kantona Kobanê komplo şermezar kirin û welatiya bi navê Aliya Hisên wiha got: “Armanca komployê ew bû ku fikr û felsefeya wî di nava gelê kurd de belav nebe û di heman demê de fikr û felsefeye ya der bare qeyrana Rojhilata Navîn de çareser nebe. Dewletên komploger hebûna rêberên kurdan red dikin. Mînaka wê jî têkbirina şoreşa Şêx Seyîd, Qadî Mihmed û Seyîd Riza ye.”

Aliya bal kişand ser giringiya yekitiya pariyên kurdî ji bo bidawîkirina komployê.

Ayda Şêx Mihmed jî şiyarî da û got ku komploya navneteweyî hîn jî berdewam e ji bo tunekirina gelê Kurd û hewil tê dayîn ku şoreş û projeya demokratîk a ku çavkaniya xwe feslefeya Ocalan e, têk bibin.

Welatiya bi navê Sîham Osman jî bertek nîşanî komplogeran da û ev tişt got: " Armanca komploya navneteweyî şikandina vîna gelê Kurd e, lê wan nedizanî ku bi dîlgirtina wî doza krudî bi dawî nabe, ji ber ku rêber Ocalan ji gel re îrade û hêz çêkir."

Sîham di dawiya axaftina xwe de got, bi yekîtiya hêzên Kurd dê komplo vala derkeve.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din