Bi wesîleya cejnê serdana goristanên şehîdan kirin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan kirin û mûm li ser gorên wan pêxistin.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê serdana goristanên Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê, şehîdên Komkujiya Til Rifet û Aqîbeyê kirin.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre zarokên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi zimanê kurdî û erebî daxuyanî dan.

Di daxuyaniya de hate gotin: "Şehîd bendewariyê vê roj û vê kêliyê ne da ku bi me re beşdarî vê boneyê bibin. Lê dijmin hişt ku dayik di 6 cejnan de rûndikan bibarînin. Dayik li bende ne ku serdana goristanên şehîdên xwe bikin, lê dijmin ji hovîtiya xwe têr nebû û rojane li dijî gelê me yê Efrînê kuştin, talankirin, dizî, tecawizên der mirovî, rûxandina cihên pîroz mîna goristanên şehîdan dikin.

Ey dagirker tu çi dike bike. Lê tu nikare îradeya me bişkîne. Ji ber me şehîdên xwe ne di goran de vedişêrin, lê di dilê xwe de wan vedişêrin. Em zarokên şehîdan soza xwe bi xwîna şehîdan û Rêber Apo re nû dikin ku em li ser fikir û felsfeya wî û fikirê biratiya gelan bimeşin. Em soz didin ku em ê berxwedanê mezin bikin û ala serkeftin, azadî û berxwedanê bilind bikin."

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxisitn.

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi dehan şênî serdana goristana Şehîdan a li ser rêya Zirganê kirin û bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê kirin û bi mûman gorên şehîdan ronî kirin.

Li bajarê Minbicê jî, bi dehan malbatên şehîdan û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristana Şehîdan kirin û mûm pêxistin.

Her wiha, bi dehan malbatên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li gundê Beno ya herêma Şiqêf a Helebê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Mûsa cejna Qurbanê li şehîdan û malbatên wan pîroz kir û got, berxwedana herdu taxan serkeftine bi xwe re anî. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir.

Şêniyan m li ser gorên şehîdan pêxistin, piştre berî dan taxa Seken Şebabî û li wir jî mûm pêxistin.

ANHA


Mijarên Din