Bi tevkarî malên xwe ronî dikin

Li hin tax û gundên herêma Cizîrê rêgeza projeya xebata kollektîf hate pêkanîn û şêniyan jeneratorên empîran kirîn û kehrebe gihandin malên xwe.

Piştî kêmbûna asta ava çemê Firatê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê careke din derket. Lewra şênî neçar man û pêwîstiya xwe ji kehrebeyê bi jeneratorên ampîran peyda bikin. Ji ber vê xwendiyên jeneratorên ku kehrebe dane şêniyan, nirxê ampîran buha kirine û bi hinceta ku parçeyên jeneratoran xirab bûne, vênaxin û daxwaze pereyan ji şêniyan dikin da ku temîr bikin.

Di encamê de gelek pirsgirêk ji şêniyan re çêkirin ku bang li aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser dikin da ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Li hin tax û gundên herêma Cizîrê ev pirsgirêk derbas bûye. Şêniyan projeyeke kollektîf vekiriye, kehrebe bi rêya ampîran kişandine.

LI TAXA HILÊLIYÊ 155 MAL FEYDEYÊ JI JENERATOREKÊ DIGIRIN

Şêniyên taxa Hilêliyên ya bajarê Qamişlo jeneratorê xirabûyî yê aîdê şîrketa Ronak li taxê kirîn. Di nava zêdetirî 20 rojan de jeneratora ku êdî bû milkê wan, tamîr kirin û kehrebe gihandin 155 malan.

Xwediyê fikra kirîna jeneratorê xirabûyî, Elî Mihemed diyar kir ku wan civînek ji şêniyan re li dar xist, tê de çawaniya birêxistinkirin û rêvebirina jeneratoran nîqşan kirin û wiha domand: "Me komîteyek ji 3 kesan ava kir. Da ku li ser jeneratorê bisekine û pêwîstiyên wê bi cih bîne. Şêniyan 5 milyon kom kir û pê jenerator temîr kirin. Her wiha zêrevanek li cihê jeneratorê danîn û pisporekî kehrebeyê erkdar kirin ku kabilên kehrebeyê ji nû ve dirêj kirin."

Mihemed destnîşan kir ku beşdarên vê projeyê ji bo her ampîrekê hezar û 500 lîreyên Sûriyê dide, lê li cihên din her ampîrek bi 2 hezarî ye û got: "Dawiya mehê pereyên kirîna mazot, pirsgirêkên jenerator û mûçeyê zêrevan têne komkirin."

'EM JI HINCETÊN XWEDIYÊN JENERATORAN XILAS BÛN'

Elî Mihemed îşaret bi girîngiya vê gavê kir û bang li şêniyan kir ku pêk bînin, ji ber barên lêçûnê sivik dike û pirsgirêka qutbûna kehrebeyê ya domdar jî bi dawî dike.

 Ji beşdarên projeyê Mihemed Xeyr Ferso girîngî û fêdeya vê projeyê diyar kir û ev tişt got: "Em ji hincetên xwediyên jeneratoran xilas bûn, dema ku jenerator xirab dibe em yekser temîr dikin."

Ferso destnîşan kir ku jenerator milkê hemû şêniyên taxê ye, her kes xwe berpirsyarê wê dibîne û got: "Ev gav çareseriya tekane ji krîza kehrebeyê re ye. Heke kehrebeya giştî baş bibe, em dikarin buhayê ampîrekê daxin 500 lîreyên Sûriyê."

Şêniyê bi navê Seyfedîn Sûsik ê ji taxa Hilêliyên hêvî kir ku derfetên şêniyan hebe da ku vê tecrubeyê pêk bînin.

BERIYA 3 SALAN EV TECRUBE HATIBÛ PÊKANÎN

Ev ne tecrubeya yekemîn li herêmê ye, beriya 3 salan li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê hate dîtin, piştî ku kehrebeya giştî qut bibû. Şêniyên herdu komînan, Şehîd Hesan û Şehîd Lewend, di civînekê de bi şêniyan re komîteyek ava kirin û li hev kirin ku jeneratorekê ji bo taxê bikirin.

Şêniyan 25 hezar lîreyan xistin vê projeyê, komîteyek ava kirine ku buhayê ampîran û pêwîstiyên wê ji mazot û tamîrkirinê diyar dike. Her wiha şêniyek diyar kirine ku erka wî jenerator di demên wê de vêxe û vemirîne.

Endamê komîteyê Ciwan Osê diyar kir ku rewşa wan mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji ber qutbûna kehrebeyê û kesybaziya xwediyên jeneratoran azaran dikişînin û got: "Bi rêya komînê me civîneke ji şêniyên taxê re li dar xist. Me li ser kirîne jeneratorekê li hev kir."

'KENGÎ EM BIXWAZIN KEHREBE HEYE'

Osê destnîşan kir ku fikira kirîna jenerator bi elaqeyeke mezin a şêniyan hate nîşandan û diyar kir ku kengî bixwazin kehrebe li taxê heye.

Ciwan Osê her wiha diyar kir ku ev projeya rêya tekane ya li hemberî krîza kehebeyê ye û got: "Bi giyanê tevkarî û kollektîf em dikarin hemû astengiyan derbas bikin."

Ev projeya kollektîf beriya çenda salan li gundê Çetelê yê navçeya Dirbêsiyê yê kantona Hesekê hate dîtin. Dema ku pirsgirêk di jenerator gund de derket û xwediyê wî temîr nekir, şêniyan bi hevbeşî jeneratorek kirî û kengî bixwazin vêdixin.

ANHA


Mijarên Din