Bi sedan şêniyên Til Temirê gihîştin Serêkaniyê

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir bi hemû pêkhateyên xwe, da ku destekê bidin berxwedana gel û şervanên QSD`ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gihîştin bajarê Serêkaniyê ku şerekî dijwar lê rû dide.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê berê xwe da bajarê Serêkaniyê ya ku şervanên QSD`ê lê berxwedaneke bêhempa li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dimeşînin.

Şêniyan bi armanca destekdayîna şervanan berê xwe da Serêkaniyê, her wiha ji bo ku tekez bikin ku ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê asta têkoşîna xwe di hemû aliyan de û bi hemû şêwazî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku armanca wan qirkirina gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê ye, bilind bikin.

Welatiyê bi navê Ebdo Xidir ku ji pêkhateyên Til Hemîsê ye û li Til Temirê dijî, diyar kir ku ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe tu carî dagirkirina xaka ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, qebûl nakin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê bi şervanên QSD`ê re bisekinin heta ku bigihîjin serkeftinê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din