Bi salan e nexweşan bi gihayan derman dike

Îda Hemed El-Hîlal bi salan e dermanan ji gihayan çêdike û bê pere şêniyên herêmê derman dike.

Ji destpêka dîrokê ve jinan di peydakirina dermanan de rolek lîstiye, çi li mal, an jî bi rêya pîşeya hemşîretiyê yan jî bi rêya gihayan. Tevî ku tib û asta tenduristiyê bi pêş ketiye, lê dîsa jî şênî xwe bi rêya tiba gelêrî derman dikin.

Yek ji van kesan Îda Hemd Hîlal (39) e, ji Dêrazorê ye û dayika 9 zarokan e. Îda Hemd Hîlal pîşeya tiba erebî ji diya xwe biriye ya ku şêniyên herêma Cinîne li rojavayê gundewarê Dêrazorê bi giha derman dikir.

Îda Hemd Hîlal ji dehan salan ve di vî warî de dixebite û tevî ku rewşa wê ya madî ne baş e, lê dîsa jî şêniyan bê pere derman dike. Li herêmê tenê Îda Hemed Hîlal vî karî dike, ji ber warê tenduristiyê bi pêş ketiye û êdî kêm kes vê rêbazê bi kar tînin.

Îda Hemed Hîlal gelek nexweşiyên ku di nav jinan, zarok û mezinan de belav dibin, bi rêya giha û şînkahiyên li herêmên Dêrazorê hene, derman dike. Ji van nexweşiyan; debazî, nexweşiyên çerm, zerik, jicihderketina milan û hwd.

Der barê çawaniya dermankirina nexweşan de Îda Hemd Hîlal got ew guhê nexweşan birîn dike da ku xwîn jê biherike û paşê xwînê datîne ser nimuneyekê ji madeya ku ji şînkahiyan çêkiriye bi navê "Siqil" da ku nexweşiyê nas bike. Piştî wê li gorî rewşa her nexweşekî bedenê nexweş bi zêtê û reşreşikê mist dide.

Îda Hemd Hîlal di dawiya axaftina xwe de got: “Nexwşên ku ez nikarim teşhîs bikim û derman bikim, şîret lê dikim ku serdana navendên tenduristiyê yên li bajêr bike.”

 (eh)

ANHA


Mijarên Din