Bi şahidiya welatiyekî ji duh heta îro Girê Spî

“Malên Kurdan talan kirin, heta zêrên li zend û stûyê jinan jî şêlandin. Bi zorê koçber kirin, mal û milkên wan jî li çeteyan û malbatên çeteyan belav kirin.”

Girê Spî navçeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye di nava 5 salan de gelek caran şahidî li dagirkirinê, şer û guherîna rêveberiyê kir. Gelê herêmê ku rasterast ev guherîn dît, diyar dike ku her pêvajoyeke guherînê, zehmetiyên xwe hebûn. Gel dibêje 2015’an piştî ku YPJ/YPG’ê bajar rizgar kir, bi avakirina rêveberiya demokratîk re her ku çû ev pirsgirêk kêm bûn.

Welatiyê bi navê Mihemed Şêx Elî yê di van pêvajoyan de li Girê Spî jiyaye, qala tiştên ku hatine serê wî dike. Tiştên ku Elî dibêje bi dîroka navçeyekî re hemnirx e. Şahidiya ku bi zext, tunehesibandin û pişaftinê dest pê kir, bi dagirkerî, şer û zilmê re berdewam kir û di dawiyê de bû rêwîtiyeke ber bi azadiyê ve.

Serdema rejîmê; ‘Mafê welatîbûnê tune bû’

Mihemed Şêx Elî diyar dike ku di dema rejîmê de nasnameyên wan tune bûn û wiha diaxive:

“Rejîma Sûriyê nêzî 40 salan zilmeke giran li me kir. Gelê Girê Spî, nemaze yê Kurd, xwedî tu mafan nebû. Mesela carinan dema ku em diçûn firneyê, gelek caran em destvala vedigerîn an jî bi zor û kotekî me nan dibir malê. Me nedikarî em li navêçeyê mal an jî erseyekî bikirin û tapûya wê li ser navê xwe çêkin. Yanî li ser xaka xwe, em ji hemû mafên xwe bê par bûn.”

Li herêmê polîtîkayeke din a serdema rejîmê jî, polîtîkaya pişaftinê ya bi navê ‘Kembera Erebî’ ye.

Şêx Elî îşaret bi vê polîtîkayê jî dike û axaftina xwe wiha pê de dibe: “Heta gundê Şergirak ê li rojhilatê Girê Spî dê bi qasî 40 km polîtîkaya Kembera Erebî pêk bianiyana. Lê piştre ji ber ku di nav rejîmê de hin tevlihevî derketin, ev polîtîka hate sekinandin.”

“Her wekî tê zanîn di sala 2004’an de li Qamişlo di dema turnuvaya futbolê de rejîma Sûriyê di navbera Kurd û Ereban de hewl da fitneye û dijminatiyê çêke û qetlîamê pêk bîne. Li Girê Spî jî ji bo ku di navbera gelên Ereb, Kurd û Tirkmen de fitne û fesadiyê çêkin, çek li kesên girêdayî rejîmê belav kirin û xwestin pevçûn çêbin. Li gelek deveran şer û pevçûn çêbûn jî. Lê rûspiyên herêmê bi tevlêbûna Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermenan civîneke mezin çekir û destnîşan kir ku nabe em li hember hev şer bikin û da ku em bi van lîstokan nexapin, em hişyar kirin. Di encama hestyariya gele herêmê de pêşî li vê polîtîkayê hate girtin.”

Serdema Ceyşûl Hur; ‘Şêlandin û talan kirin’

Piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê dike, çarenûsa Girê Spî jî diguhere. Di vê serdemê de bi navê Artêşa Azad a Sûriyê (Ceyşûl Hur) hin kom derdikevin û Grê Spî ji hêzên rejîmê hildidin û rêveberiya xwe ya destpotîk çêdikin. Şêx Mihemed Elî wiha qala wan koman û kiryarên wan dike:

 “Dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, hin komên radîkal bi armanca ku gel ji zilmê xilas bikin, derketin pêş. Di nav van koman de yên herî xurt û zilm û zordarî li şêniyan dikirin; Tabûra El-Farûq, Ehrar El-Şam û El-Nusra bûn. Van koman li navçeyê ji hêla hejmar û alavên leşkerî ve di demeke kurt de xwe mezin kir. Di wê serdemê de çeteyên Ehrar El-Şam di mizgeftan de weaz kirin û gotin divê Kurd di nava 10 deqeyan de ji navçeyê  derkevin, heke na dê bikujin. Dema ku gel li dijî vê yekê derket, 700 kes hatin girtin û îşkence lê kirin. Piştre malên Kurdan talan kirin û heta zêr û xişirên li zend û stûyê jinan jî şêlandin. Bi darê zorê Kurd koçber kirin û mal û milkên wan jî dan çete û malbatên wan.”

Serdema DAIŞ’ê; ‘Em bi zorê koçber kirin û em qetil kirin’

Çeteyên DAIŞ’ê wekî melkemotan xwe bi ser navçeya Girê Spî de berdidin û hebûna wan a li navçeyê hema bêje sed xweziyan bi salên din dide kirin. Mihemed Şêx Elî, tiştên ku gelê navçeyê di dema çeteyên DAIŞ’ê de kişandine, wiha vedibêje:

 “Di 21’ê Tîrmeha 2013’an de komeke bi qasî 50 kesan ji nav Cebhet El-Nusra û El-Qaîdeyê derket û xwe wek DAIŞ bi nav kir û di demeke kurt de serweriya xwe li herêmê pêk anî. Çeteyên Ehrar El-Şam ji Girê Spî reviyan. Çeteyên Cebhet El-Nusrayê êdî li herêmê xwe wek DAIŞ berdewam kir. Çeteyên El-Nusrayê cara yekemîn li herêmê nûnertiya fikra ‘selefî’ kir. Di navbera DAIŞ û El-Nusrayê de tu ferq û cudahî tune bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kir, ji rejîma Sûriyê û komên din pir zêdetir qetlîam, talan, şêlandin, zext û zilm li gelê Girê Spî kir. Heta dêr jî kirin îşkencexane û zindan. Wan jî zor li gelê Kurd kir ku ji herêmê koç bikin û gelek jî qetil kirin.”

Elî diyar dike ku di dema DAIŞ’ê de deriyê sînor vekirî bû û çeteyên DAIŞ’ê bi hêsanî dikarî biçin Tirkiyê û werin û wiha pê de diçe:

“Wê demê deriye sînor ê Gire Spî jixwe vekirî bû. Her kes jî dizane ku di navbera DAIŞ, El-Nusra û AKP’ê de sînor tune bû. Çete bi rehetî di deriyê sînor re diçûn navçeya Akçakale û dihatin. Hewcedariyên çeteyan ên wesayît, çek û cebilxaneyê di ser Tirkiyê re dihatin dabînkirin. Bi kurtasî, Girê Spî ji bo çateyên DAIŞ’ê wekî xeteke stratejîk a derbasbûnê bû.”

Serdema Xweseriya demokratîk; ‘Biratiya gelan dest pê kir’

Mihemed Şêx Elî tekez dike ku piştî navçe ji aliye şervanên YPG’ê ve hate rizgarkirin, gihaştine azadiya xwe û wiha berdewam dike:

“Di 15’ê Hezîrana 2015’an de Girê Spî bi tevahî hate azadkirin. Bi saya serê bi hezaran şehîd û birîndaran herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin û jiyana  biratiya gelan lê serwer bû. Me fitne û fesadiyên berê ku çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Ehrar El-Şam û rejîma Sûriyê di nav gelan de çandibûn, dan aliyekî û me dest pê kir biratiya gelan û jiyaneke hevpar ava kir. Mesela di wê demê de kesekî ku tev li çeteyan bûbû û mala min talan kiribû jî, min efû kir û ji bo jiyaneke bi biratî min hişt ku li mala xwe vegere.” 

Elî destnîşan dike ku di pergala wan de zext û mêtingerî tune ye û wiha pê de diçe: “Projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 5 sal e li Girê Spî tê meşandin û em hewl didin bi pêş ve bibin. Îro hemû cîhan şahid e ku em gelên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen bi biratî jiyana xwe berdewam dikin. Em li vir xebatên xwe  bi hev re dikin.”

Û niha; ‘Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin’

Di nav 5 salên dawîn de, 4 cure rêveberî di ser Girê Spî re derbas bûn û van rojan jî bi gefên dewleta Tirk ên dagirkerî û êrîşan re rû bi rû ye. Lê belê ji van tevan encamek hatiye derxistin û Mihemed Şêx Elî vê encamê wiha rave dike:   

“Dewleta Tirk bi gefên xwe hewl dide li herêmê jiyana bi biratî ya heyî têk bibe û plana xwe ya dagirkirinê bi rê ve bibe. Ev rêbazeke şerê taybet ê dewleta Tirk e. Rejîma Sûriyê, çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê hewl da ola îslamê bi kar bînin û pê fitneyê derxin. Dewleta Tirk jî dixwaze vê yekê dubare  bike û bi ser bixe. Em jî wek gele herêmê êdî haya me ji van polîtîkyan heye û êdî em bi van lîstokan naxapin.”

Di dawiya axaftina xwe Mihemed Şêx Elî wiha lê zêde dike: “Dewleta Tirk bi plana dagirkirinê, gef û tevgera xwe ya li ser sînor, hewl dide tirsê bixe dilê gelê herêmê. Di demên berê de dema ku gefeke herî biçûk a dewleta Tirk hebûya, heta hevsera min û zarokên min jî dixwest em herêmê terk bikin. Lê belê niha ne malbata min ne jî gele herêmê, tu carî dev ji xaka xwe bernade û em pê dizanin ku bi berxwedanê em ê bi ser bikevin.”

ANHA


Mijarên Din