Bi êrişeke terorî li bakurê Diyala, kuştî û birîndar hene

Hêzên Heşed El-Şebî ragihand ku di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê li bakurê Diyala de,10 leşkerên wan hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên Heşed El-Şebî bi daxuyaniyekê got:" Em şehadeta çar şervanên qehreman ên Lîwa 23`an ku di bersivdayîna êrişa DAIŞ`ê li bakurê Diyala şehîd bûn, radighînin."

Li gorî daxuyaniya Hêzên Heşed El-Şebî, leşkerên wan di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê El-Mîta ya navçeya El-Ezîm, jiyana xwe ji dest dane, di heman demê de 6 leşkerên lîwa 23 jî birîndar bûne.

Fermandariya Operasyonên Nînewa  ya Heşed El-Şebî ya Iraqê, di 6`ê Gulanê de operasyoneke ewlehî ji bo girtina çeteyên DAIŞ`ê ên li nêzî sînora Sûriye destpê kir.


Mijarên Din